ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-11-2026
16 mijdar, 2026   02:00

Berpirsên projeya rêya Dêrikê û Qamişloyê ji aliyên têkildar ên parêzgeha Hesekê daxwaz kir bi wan re bibe alîkar da ku projeyê bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şaredara Kobanê Elmaz Romî da zanîn ku ji ber hin rewşan xebatên sererastkirina rêyan dereng mabûn, niha jî ji projeyên Yekîtiya Şaredariyan pêk tên, projeyên sala 2027`an ji bo Parêzgeha Helebê hatine şandin, lê hîn bersiva wan nehatiye dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Hesekê anî ziman ku mazota zivistanê hîna nehatiye belavkirin û ji sedî 75 derfeta malbatan nîne ku mazotê bikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dayika 4 zarokan Şehnaz Mihemed bi vekirina dikaneke biçûk li mala xwe li beramberî rewşên zehmet ên jiyanî rawestiya û ji bo pêkanîna hêviyên xwe di nava hewldanan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn di roja çaremîn de li  bajarê Qamişloyê didome, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kongra Star di çarçoveya çalakiyên 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, çalakiyan li Qamişlo û Tirbespiyê li dar dixe, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê bi daxwaza perwerdeya bi minhacên kurdî û naskirina zimanê kurdî di destûrî de, meşekê li dar dixe. Meş ji qada Şehîd Cîhad dest pê dike, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Însiyatîfa Ciwanên Rojava li bajarê Qamişloyê li bajarê Qamişloyê daxuyaniyekê dide, tê de amadekariyên lidarxistina kongreya xwe radighîne, saet 13.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Saziya Olaf Taw ya çandî û perwerdehî ya Suryaniyan, bi daxwaza perwerdeya bi suryanî xwepêşandanekê li pêşiya avahiya perwerdeyê ya bajarê Tirbespiyê li dar dixe, saet 13.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).