Wezîrê Parastinê yê Sûdanê: Dê artêş şer bidomîne

Wezîrê Parastinê yê Sûdanê got ku dê artêş şerê li dijî Hêzên Piştevaniya Lezgîn bidomîne û "amadekarî ji bo cenga gelê Sûdanê didomin."

Wezîrê Parastinê yê Sûdanê: Dê artêş şer bidomîne
4 mijdar, 2025   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Konseya Ewlehiyê û Parastinê pêşniyara Amerîkayê ji bo agirbestê nîqaş kir, wezîrê Parastinê yê Sûdanê Hesen Kebron got dê artêş şerê li dijî Hêzên Piştevaniya Lezgîn bidomîne.

Kebron spasiya serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber pêşkêşkirina vê pêşniyarê kir û got, "Amadekariyên ji bo cenga gelê Sûdanê didomin."

(mh/fr)