Rewşenbîr û siyasetmedaran pêngava dîroka ya Tevgera Rizgariyê Kurdistanê nirxand

Siyasetmedar û rewşenbîran pêngava gerîlayan a vekişîna ji Bakurê Kurdistanê wek gaveke dîrokî nirxand û got divê dewleta Tirk jî ji bo serxistina pêvajoya aştiyê gavan biavêje.

Rewşenbîr û siyasetmedaran pêngava dîroka ya Tevgera Rizgariyê Kurdistanê nirxand
28 cotmeh, 2025   05:50
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Siyasetmedar û rewşenbîran der barê gava Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya vekişîna gerîlayan ji Bakurê Kurdistanê û bandorên wê li pêvajoya aştî û çareseriyê ji ajansa me re axivîn.

Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê Ferhan Dawud pêngava gerîlayan wek dîrokî pênase kir û got: "Ev pêngav ne ya ewil e. Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata îsal de jî Banga Aştî û Civaka Demokratîk kiribû. Piştî vê bangê Partiya Karkerên Kurdistanê kongreya xwe ya 12’an li dar xist. Di kongreyê de fesixkirina xwe û bidawîanîna têkoşîna çekdarî û destpêkirina têkoşîna siyasî ragihand. Îro jî Tevgera Rizgariya Kurdistanê gaveke din avêt ku li hewldanên wê yên dîrokî zêde dibe."

Dawûd diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare dawî li hemû destwerdanên Tirkiye yên li herêmê bîne, lê dewleta Tirk ji bo serxistina vê pêvajoyê heya niha tu gav nevêtiye.

Dawûd îşaret pê kir ku komîteya ku li parlamentoya Tirkiye hatiye avakirin heya niha ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan neçûye Îmraliyê, di heman demê de tu hewldan ji bo nûkirina destûrê nekiriye .

Ferhan Dawûd destnîşan kir ku gava gerîla gelek girîng e ku dikare rasterast bandorê li Tirkiye bike, bi taybetî di mijarên hebûna wê ya nerewa li Başûrê Kurdistanê û îdiayên wê yên dagirkirina wan herêman bi hincetên hebûna gerîlayan li wir de.

Dawûd anî ziman ku divê dewleta Tirk êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne û çeteyên xwe ji herêmên dagirkirî mîna Efrîn û Serêkaniyê vekişîne û da zanîn ku piştî vekişîna PKK’ê ji Bakurê Kurdistanê û şewitandina çekên xwe êdî hincet ji êrişên Tirkiye yên li ser herêmê nemane.

Dawûd di dewama axaftina xwe de got: "Eger dewleta Tirk di vê pêvajoyê de cidî be, divê ji bo gelên herêmê û ji bo aştiyê bi giştî gavên cidî biavêje. Çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê dê zemîna hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê peyda bike û dê bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkên hemû gelên Rojhilata Navîn. Lê eger bi awayekî neyînî nêzî vê qonaxê bibe û erkên xwe bicîh neyne dê gelek zirarê bibîne û dê ji cîhanê re îspat bike ku ew ji bo aştî û lihevkirinê ne amade ye, lê li şer û wêraniyê digere."

Ferhan Dawûd di dawiya axaftina xwe anî ziman ku divê Tirkiye hemû girtiyên ku ji ber têkoşîna wan a ji bo mafên xwe bi neheqî hatine girtin serbest berde, mafê hêviyê bide Rêber Abdullah Ocalan û mafên çandî û siyasî yên gelê Kurd li Tirkiyeyê nas bike û got, dem aştî, azadî, edalet û qebûlkirina yên din hatiye.

’PÊVAJOYA AŞTIYÊ DÊ BANDORÊ LI SÛRIYE, IRAQ Û ÎRANÊ JÎ BIKE’

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso destnîşan kir ku Tevgera Rizgariyê gaveke din a erênî avêtiye, lê dewleta Tirk hîn tu gav neavêtine û wiha pê de çû: "Serokê Partiya Tevgera Neteweperest Devlet Bahçelî berê gotibû ku Rêber Abdullah Ocalan dê li parlamentoya Tirkiyeyê biaxive, lê me hîn tiştek nedîtiye. Tevî gavên herî dijwar ji aliyê gerîlayên rizgariya Kurdistanê ve tên avêtin."

Oso bi bîr xist ku dewleta Tirkiyeyê ji bo vê qonaxê komîteyek parlamentoyê ava kiriye, divê komîte gavên bingehîn ên derbarê destûrê de bavêje û got "Ev pêvajo bêyî guhertinên destûrî nikare bi ser bikeve."

Ebdulxenî Oso îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan gavên girîng avêtine da ku serkeftina pêvajoya aştiyê misoger bike û ji cîhanê re îspat kiriye ku PKK’ê ji bo parastina rewa ya mafên gelê Kurd hatiye damezrandin û piştre rola wî pêş ket û parastina hemû gelên bindest jî di nav xwe de girt.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku serkeftina pêvajoya aştiyê dê rasterast bandorê li ser hemû welatên herêmê, wek Sûriye, Iraq û Îranê bike û destnîşan kir ku encamên vê pêvajoyê dê di salên pêş de eşkere bibin û dibe ku dawî li şeran bîne.

MAFÊN REWA YÊN KURDAN

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ezîz Silêman û got vekişîna hêzên gerîla ji Bakurê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê gaveke dîrokî ye û peyameke zelal e ku pabendbûna xwe bi banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştî û demokrasiyê nîşan dide.

Silêman biryara tevgerê  wekî destpêka qonaxek nû wesifand û wiha domand: "Hin tevgerên Kurdî digotin Tevgera Rizgariya Kurdistanê girtî û xwe naguherîne. Lê îro rastî derkeve holê ku tevger gavên sabit ên aştî û demokasiyê diavêje û piştrast dike ku ew beşek resen ji dîrokî û îroyîna herêmê ye."

Silêman bal kişand ser Kurd tu carî çek ranekirine, tenê ji bo parastina xwe û çanda xwe ji siyasetên qirkirin û çewisandinê çekê radikin û got: "Peyamên sembolîk û manewî yên ku gerîla didin ji cîhanê re îsbat dike ku ew şer naxwazin û kengî mafên wê yên rewa di nava civakeke demokratîk a rasteqîn de werin mîsogerkirin hingî amade ne çekê deynin."

Silêman îşaret pê kir ku ligel guhertinên ku li herêmê çêdibin, êdî dewleta Tirk nikare mîna berê bandora xwe fireh bike û destwerdana leşkerî û siyasî li welatên cîranê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî "Divê hikumeta Tirk destûr û siyaseta xwe di ber çavan re bigire û çareseriyeke adilane ji pirsgirêka Kurd re bbîne ji ber ku pirsgirêka Kurd mijareke bingehîn a istiqrara herêmê û siberoja wê ye."

(bb)

ANHA