Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê: Divê hikumeta Tirk bersivê bide

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa biryara PKK’ê ya vekişînê wek gaveke mezin a dîrokî nirxand û got “Hikumeta Tirk neçar e bersivê bide, eger bersivê nede dê zirarê bibîne, eger bersivê bide jî neçar e gavan biavêje.”

Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê: Divê hikumeta Tirk bersivê bide
28 cotmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO

Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de bang li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku kongreya xwe kom bike û xwe fesih bike, PKK’ê jî wek bersiva Rêber Abdullah Ocalan di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û biryara fesihkirina xwe da. 30 gerîlayên PKK’ê di 11’ê Tirmehê de bi merasîmekê çekên xwe şewitandin.

PKK’ê 26’ê Cotmehê gaveke din a dîrokî avêt û ragihand ku ji hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne. Ev biryara PKK’ê kete rojeva giştî ya cîhanê û herêmê.

Di vê mijarê de sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa ji ajansa me re axivî.

‘PKK TÊKOŞÎNEKE NÛ DEST DIDE DESTPÊKIRIN’

Mihemed Mûsa gava PKK’ê wek gaveke dîrokî pênase kir û wiha axivî: “Di baweriya min de nîqaşên nexêr ên li ser vê gavê tên meşandin, ne rast in. PKK dixwaze bi xelkê bide fêmkirin ku îro di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de rengê xebat û têkoşînê bi tevahî divê bê guhertin. Bi dehan salan çekan roleke baş lîst, têkoşîn, xebat û qurbanî hatin dayîn, destkeftiyên mezin jî li gorî wê hatin bidestxistin. Îro rewşeke din heye, xebateke aştiyane dê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bê meşandin. Wek Partiya Çep em vê wek gaveke erênî dibînin.”

‘DEWLETA TIRK BERSIVÊ NEDE DÊ ZIRAREKE MEZIN BIBÎNE’

Mihemed Mûsa diyar kir ku dê ev gav bandoreke mezin a erênî li tevahî herêmê bike û wiha got: “Êdî hem li Kurdistanê, hem gelê Tirk ji şer aciz bûye. Lê divê ev gavên wiha dualî bin. PKK’ê gav avêtin. Dê hikumeta Tirk çi bike? Hikumeta Tirk li gorî gavên ku hatine avêtin, tu gaveke pratîk neavêtine. Dema PKK’ê çekên xwe şewitandin, gotin divê dewleta Tirk guherînên zagonî û hiqûqî çêke. Lê heta niha tu guhertin nekirine. Ev gava nû dê zexteke tundtir li ser dewleta Tirk çêke. Dê jê bipirsin; “va PKK’ê xwe vekişand, ka hûn ê çi bikin?” Hikumeta Tirk neçar e bersivê bide, eger bersivê nede dê zirarê bibîne. Îro li Tirkiyeyê gelê Kurd û Tirk piraniya wan piştgiriya pêvajoyê dikin, eger bersivê bide jî neçar e gavan biavêje.”

(bî)

ANHA