Bi hatina dema çandiniyê re tov biha bûne

Bi destpêkirina dema çandiniyê re, buhayên tovê genim û ceh zêde dibin. Piştî saleke ziwa û zirarên mezin, ev yek zehmetiyên cotkaran zêdetir dike.

Bi hatina dema çandiniyê re tov biha bûne
Bi hatina dema çandiniyê re tov biha bûne
Bi hatina dema çandiniyê re tov biha bûne
Bi hatina dema çandiniyê re tov biha bûne
Bi hatina dema çandiniyê re tov biha bûne
Bi hatina dema çandiniyê re tov biha bûne
Bi hatina dema çandiniyê re tov biha bûne
Bi hatina dema çandiniyê re tov biha bûne
Bi hatina dema çandiniyê re tov biha bûne
28 cotmeh, 2025   06:40
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Bazara tov li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind dibe. Bi tayebet bi dema çandiniyê de, ev barê cotkaran giran dike. Di bazara El Hedadiyê ya li Şedadê ya kantona Cizîrê, buhabûna zêde ya ceh û genimê ji bo tov tê bikaranîn, baş tê dîtin.

Çandinî damarê sereke yê jiyana aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Çandinî ne tenê jêdera dabînkirina pêdiviyên jiyanî ye, lê bi çandiniyê derfeta kar ji beşeke mezin a şêniyên herêmê re peyda dibe.

Salên rewşa hewayê baş tê û baran baş dibare çandinî xwetêrkirinê di herêmê de pêk tîne. Lê bi guhertina avhewa û zêdebûna hişkesaliyê re şert û mercên çandiniyê guherîne.

Me li sûka El Hedadiyê de, buhayên genim û cehê ji bo tov şopandin.

Bazirganê bi navê Xidir El Ebdûd diyar kir ku buhayê kîloya genimê tov ê dermankirî û nehatiye xirbalkirin, bi 4 hezar û 700 lîreyê Sûriyeyê ye. Buhayê kîloya cehê gewr ê kalîteya wî navîn e di navbera 5 hezar û 500 û 6 hezar lîreyên Sûriyeyê de ye. Cehê reş di bazaran de zêde nayê peydakirin, heke hebe jî li gorî kalîteya xwe kîlo di navbera 7 û 8 hezar lîrey, de ye.

Di heman demê de buhayê madeyên din ên ji êm re têne bikaranîn, wekî tovê êm gihiştiye 4 hezar lîreyên Sûriyeyê û ka gihiştiye 2 hezar lîreyên Sûriyê.

El Ebûd, da zanîn ku tevgera bazarê li gorî sala derbasbûyî de paş ketiye û ev bi guhertina rewşa hewayê û buhabûna mesrefa xebatên çandiniyê.

Bazirgan Ehmed El Casim destnîşan kir tevgera bazaran wan yekser bi rewşa hewayî ve girêdayî ye û got: “Cotkar berê xwe didin kirîna tovê bikalîte. Lê ev buhabûna zêde ya mesrefa çandiniyê zehmetiyên cotkaran zêdetir dike. Ev jî dibe sedema rûberên zeviyên têne çandin kêmtir bibe. Ev rewş bi xwe re ewlehiya xwarinê dixe metirsiyê.”

Di vê rewşê de buhayên êm jî zêde bûne. Vê yekê bandor li sewalvanan jî kiriye.

Welatiyê bi navê Emar El Zêdan der barê mijarê de got ev buhabûn hêza kirînê li gel welatiyan bi paş dixe.

Saziya Zêdekirina Tov a Desteya Çandinî û Avdanê dest bi belavkirina tov li cotkaran kiriye. Tona tovê dermankirî û xirbalkirî bi 350 dolarên amerîkî ye. Cotkar ji her donimekê re 20 kîlo tov werdigirin. Li gorî plana çandiniyê ya îsal ji sedî 55’ê zeviyan dê bibe genim.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ceh ji cotkaran nakire. Ji ber wê jî cotkar neçar dibin ceh bidin bazirganan. Ev jî dibe sedemeke sereke ya buhabûna di dema çandiniyê de.

(dc)

ANHA