HPG: Şehîd pisûlaya me ne

HPG’ê gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê yên şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Ev fedakarî di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bû pisûla û meşaleyeke ku navemire.”

HPG: Şehîd pisûlaya me ne
21 mijdar, 2026   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ji bo gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê yên şehîd bûne, ev tişt diyar kirin:

“Ewladên wêrek ên Rojhilatê Kurdistanê Çalak Ciwanro, Simko Dalaho, Masîro Dalaho, Mêrxas Şaho û Rizgar Pejmîn wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi serketî bi cih anîn. Bêteredut û bi ruhekî fedayiyane şer kirin û tevlî karwanê nemiran bûn.

Xaka Rojhilatê Kurdistanê di tevahiya pêvajoya dîrokî de li dijî polîtîkayên zextê xeteke berxwedanê ya bi biryar şopandin. Ewladên welatparêz ên vê xakê li dijî zilma li hemberî gelê me têkoşîna azadiyê meşandin. Weke pêşengên têkoşîna li çiyayên Kurdistanê bi rola xwe rabûn. Hevrêyên me zanebûna neteweyî ya gelê Rojhilat û çanda wê ya berxwedanê, veguherand heqîqeta çalakî û azadiyê.

Hevrêyên me Çalak, Simko, Masîro, Mêrxas û Rizgar ên ku dilê wan ji bo siberojeke azad lêdida, li ser vê rêyê her cure berdêl berçav girtin û ber bi şehadetê ve meşiyan. Bi israr, xwestek û îradeya xwe ya xurt li ser xeta fedayîtiyê ya Apoyî, bûn milîtanên mînak. Hevrêyên me Çalak, Simko, Masîro, Mêrxas û Rizgar li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê di eniyên berxwedanê de cih girtin û rûmeta gelê me parastin. Di dîroka me ya têkoşînê de şopên ku nayên jêbirin, hiştin. Bi şehadeta xwe ji bo hemû hevrêyên xwe û gelê me hinceteke têkoşînê ya nû hiştin. Ev fedakarî di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bû pisûla û meşaleyeke ku navemire.

Em ê ji bo zindîbûna xeta Apoyî ala têkoşînê ya hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin, li ser vê bingehê em ji bo gelê Rojhilatê Kurdistan û malbata hêja û welatparêz a şehîdên xwe yên tevlî karwanê nemiran bûne sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Çalak Ciwanro

Nav û Paşnav: Ferît Şerîfî

Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro

Navê Dayik – Bav: Nesrîn – Şerîf

Cih û Dîroka Şehadetê: 7 Mijdar 2018 / Zap

Çalak Ciwanro – Ferît Şerîfî

Nasnav: Simko Dalaho

Nav û Paşnav: Behruz Weysî

Cihê Jidayikbûnê: Kirmaşan

Navê Dayik – Bav: Betul – Semîm

Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Gulan 2017 / Serdeşt

Simko Dalaho – Behruz Weysî

Nasnav: Masîro Dalaho

Nav û Paşnav: Îhsan Sadiq Pûr

Cihê Jidayikbûnê: Serpol

Navê Dayik – Bav: Perî – Brahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Gulan 2020 / Xakurkê

Masîro Dalaho – Îhsan Sadiq Pûr

Nasnav: Mêrxas Şaho

Nav û Paşnav: Mehdî Mihemedî

Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro

Navê Dayik – Bav: Ayşe – Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Tebax 2022 / Xakurkê

Mêrxas Şaho – Mehdî Mihemedî

Nasnav: Rizgar Pejmîn

Nav û Paşnav: Elî Riza Mihemedzade

Cihê Jidayikbûnê: Îlam

Navê Dayik – Bav: Mahiye – Îsmaîl

Cih û Dîroka Şehadetê: 10 Îlon 2022 / Qendîl

Rizgar Pejmîn – Elî Riza Mihemedzade