Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê tedbîrên nû girtin

Di çend mehên borî de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berbiçav qezayên trafîkê zêde bûn ku di encamê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn. Li hember vê rewşê Rêveberiya Trafîkê ya kantona Cizîrê tedbîrên giran ên sînordakirina qezayên trafîkê girtin.

Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê tedbîrên nû girtin
Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê tedbîrên nû girtin
Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê tedbîrên nû girtin
Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê tedbîrên nû girtin
Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê tedbîrên nû girtin
25 mijdar, 2025   07:05
QAMIŞLO

Rêveberiya Trafîkê ya Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo sînordarkirina muxaleftên trafîkî ku bi sedema wan di mehên dawîn de gelek qezayên giran çêbûne, bi dehan kesan li bajar û bajarokên herêmê jiyana xwe ji dest daye, tedbîrên nû girtin.

Ev gav, ji bo bicihanîna biryarnameya Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê ya bi hejmara 7ˊan a di 14ˊê Cotmeha 2025ˊan de hatibû derxistin û 20 roj dem ji bo ajokarên erebe û motorsîklêtan hatibû dayîn ku çirayên spî yên bişewq û lezqeyên reş ji ser caman rakirin, kesên temenbiçûk erebeyan neajon, pêk tên.

Piştî ev dem bi dawî bû, Rêveberiya Trafîkê ji bo bicihanîna biryarnameyê, birêkûpêkirina muxalefetan û tevgera çûn û hatinê nuqte çêkirin, dewriye li ser rêyên sereke yên hundirê bajar û derveyî wan pêk anîn. 

ZÊDEBÛNA METIRSÎDAR A HEJMARA QEZAYAN

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Îlonê de ji ajansa me re aşkera kiribû ku ji destpêka Çileyê heta Îlonê 3 hezar û 25 qeza çêbûne, di encamê de 164 kes mirine û hezar û 580 kes jî birîndar bûne, anku rojane di 10-15 qeza çêbûne. Hatibû destnîşankirin ku nêzî 550 hezar erebe li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, ev hejmar li gorî rê û binesaziya heyî pir zêde ye.

Di heman wextî de jî 568 hezar û 92 rewşên leza zêde, ajotina bêyî ruxset, sekinandina bêserûber û bikaranîna alavên binpêkîner hatin tomarkirin. Di hemleyên çavdêriya meydanî de jî 3 hezar û 872 çirayên zenon (spî), 683 çirayên keşaf û 98 camên tarîkirî, xetereya yekser a van çirayan li ser kesan û ajokaran tomar kirin.

Di dema dawîn de li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek qeza çêbûn; ji meha Îlonê heta Cotmehê nêzî 518 qeza li herêmê çêbûne, bi wê re nêzî 20 kesan jiyana xwe ji dest daye anku rojane nêzî 16 qeza çêbûne. Piraniya van qezayan ji ber diyardeya ajotina bêsûber di nava ciwanan de, ajotina bilez di nava taxan û bajaran de ye. Ji ber hin ciwan bi zanabûn û bi lez erebeyan di nava taxan de diajon û guh nadin xetereya li ser jiyana welatiyan.

SEDEMÊN SEREKE YÊN QEZAYAN

Rêveberên trafîkê dibêjin leza zêde, ajotina ji hêla zarokan ve, bikaranîna çirayên zenon û camên tarîkirî ji sedemên herî zêde ne ku dihêlin qeza zêde bibin.

Endamê rêveber ê trafîkê yê Qamişloyê Mehran Elî ji ajansa me re têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku sedema sereke ya piranî qezayan leza zêde, ajotona ji hêla zarokan ve, çirayên zenon in ku dîtina ajokarên din kêm dikin.

Elî da zanîn ku rêveberiyê di çend hefteyên borî de bi sedan muxalefetên wekî çirayên zenon, camên tarîkirî rakirin, erebe û motorsîklêtên ku kesên temenbiçûk diajon, desteser kirin. Rêveberiyê alavên radarê li hundirê bajar û derveyî wan ji bo dîsplînkirina lezê û muxaleftkirina ajokarên lezê derbas dikin, danîn.

BANGA HEVKARÎ Û PABENDBÛNÊ

Elî diyar kir ku heta rakirina tevahî muxalefetan didomin û girîngî da hevkariya şêniyan û got: "Em bang li malbatan dikin ku ji bo parastina aştiya wan, nehêlin zarok erebe û motorsîklêtan biajon û pabendî yasa û talîmatên trafîkê bin."

Desteya Hundirîn jî demek berê bang li ajokaran kiribû ku pabendî rêzikên trafîkê bin, camên tarîkirî bi kar neynin, bêyî çirayên pêş û paş motorsiklêtan neajon, divê xwediyên dikanan çirayên zînon û camên tarîkirî ne bifiroşin ne jî siwar bikin û li gorî leza diyarkirî erebe bên ajotin.

(fr)

ANHA