Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê plana çandiniyê ya nû da destpêkirin

Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê bi armanca geşekirina hilberandina çandiniyê û başkirina dabeşkirina zeviyan ji bo çandiniyê, sîstema elektronîk a nûjen ji bo plana çandiniyê ya nû ya 2025-2026ˊan da destpêkirin.

Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê plana çandiniyê ya nû da destpêkirin
Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê plana çandiniyê ya nû da destpêkirin
Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê plana çandiniyê ya nû da destpêkirin
Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê plana çandiniyê ya nû da destpêkirin
Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê plana çandiniyê ya nû da destpêkirin
25 mijdar, 2025   04:55
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Di van salên dawîn de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber kêmbûna barîna baranê guhertinên avhewayê çêbûn, wê jî bandoreke yekser li çandiniyê kir ku jêdera bingehîn a jiyana cotkaran e. Ev herêm depoya xurekê ya Sûriyeyê ye. Li herêmê herî zêde ceh û genim û berhemên dîtir ku hişkesalî û guhertina avhewayê bandorê lê dike, têne çandin. Li beramber vê yekê aliyên eleqedar hewl didin planên nû yên çandiniyê pêk bînin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Beşa Hilberîna Çandinî û Sewalvaniyê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê endazyar Menaf Ednan diyar kir ku li gorî plana çandiniyê zevî wek avî û bejî tên dabeşkirin û girîngî ji bo çandina genim bi rêjeya ji sedî 60 tê dayîn.

Ednan destnîşan kir ku çandiniya bejî li gorî herêman li ser bingeha rêjeyên baranê tê diyarkirin. Ev herêm dabeşî 5 beşan dibin û ya herî dawî jî bi kêrî çandiniyê nayê.

Îsal Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê cara yekemîn e bernameyeke elektronîk pêk tîne da ku xebata cotkaran hêsan bibe û barê li ser wan sivik bibe.

Ev bername, bi rêya têkiliya gerînendetiyan û yekîneyên şêwirê ya bi komîteya navendî re, rê dide ku deverên çandiniyê yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayê rast werin şopandin.

Ednan da zanîn ku bername daneyên rast peyda dike da ku xebata çandiniyê baş bike.

Di dewama axaftina xwe de Ednan anî ziman ku hejmara ruxsetên heta îro ji bo cotkaran hatine dayîn 40 hezar û 365 e, 21 milyon lître mazot li cotkaran hatiye belavkirin. Zeviyên avî nêzî 4 milyon 16 hezar donim e, rûberên bejî nêzî 3 milyon û 900 hezar donim e. Li kêleka wê jî nêzî 56 hezar ton tov dan cotkaran.

Komîteyê beşa yekemîn a mazotê di dema wê de li cotkaran belav kir, da ku zirarên ji ber derengiya barîna baranê telafî bikin û wê li gorî derfet û hewcedariyên cotkaran jî li beşên din belav bikin.

Di çarçoveya hewlên aliyên eleqedar ên başkirina hilberandin û geşkirina mayînde de ev pêşxistina çandiniyê pêk tê. Sîstema elektronîk dê zêdekirina baldarî û hevgirtinê di parvekirina madeyên çandiniyê de çêke û windahiyê kêm bike.

(fr)

ANHA