Li Dêrazorê 2 konferansên komînan

Li bajarên Bisîra û Sûsê yên kantona Cizîrê bi dirûşma "Divê hemû karên civakî ji komînan dest pê bikin" konferansên komînan hatin lidarxistin.

Li Dêrazorê 2 konferansên komînan
Li Dêrazorê 2 konferansên komînan
Li Dêrazorê 2 konferansên komînan
Li Dêrazorê 2 konferansên komînan
Li Dêrazorê 2 konferansên komînan
Li Dêrazorê 2 konferansên komînan
Li Dêrazorê 2 konferansên komînan
Li Dêrazorê 2 konferansên komînan
24 mijdar, 2025   21:53
DÊRAZOR

Li bajarên Bisîra û Sûsê yên kantona Cizîrê bi dirûşma "Divê hemû karên civakî ji komînan dest pê bikin" konferansên komînan hatin lidarxistin. Endamên komîn û meclisên her du bajaran, nûnerên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê beşdarî konferansan bûn.

Di konferansa komînên bajarê Bisêrayê de hevserokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Dêrazorê Îbrahîm El Abdullah axivî û got, divê xebatên komînan werin pêşxistin.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Kantona Dêrazorê jî Huda El Xenam jî destnîşan kir ku komîn şaneya bingehîn a civakê ye û banga pêşxistina xebatkarên wê bi rêya perwerdeyê kir.

Di konferansa li bajarê Sûsê de jî, hevseroka Meclisa Bajarê Sûsê Xîtam Hido jî axivî û bal kişand ku di civînên berê de, bi taybetî piştî hilbijartinên nûnerên komînan encamên erênî hatin bidestxistin.

Şêwirmendê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şiyar Mihemed jî anî ziman ku armanca konferansê zelalkirina erkên komînan û pêşxistina beşdariya hemû ferdan di proseya rêxistinî û îdarî de ye.

Beşdaran diyar kir ku komîn gaveke girîng ji bo rêxistinkirina şêniyan e da ku bi xwe karê xwe bi rêve bibin.

Di dawiya konferansê de ji bo pêşxistina qadên xizmetguzarî, tenduristî û rêxistinî pêşniyarên xwe gotin û îşaret pê kir ku dê ji bo derbaskirina zehmetiyan bixebitin û piştgiriyê bidin komînan.

(bb)