Rejîma Îranê sê girtiyên  jin ceza kirin

Piştî êrişa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê, girtiyên siyasî ji bo girtîgeha Qerçekê hatin veguhestin. Girtiyên jin ên siyasî ku li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dan, hatin cezakirin.

Rejîma Îranê sê girtiyên  jin ceza kirin
1 tebax, 2025   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, der barê rewşa sê girtiyên jin ên siyasî yên li girtîgeha Qerçek de agahî belav kir.

Hate ragihandin ku sê jinên girtiyên siyasî yên Îranê; Mesûde Eskerî, Mesûme Nesacî û Saye Sîdal yên li girtîgeha Qerçek, 6 rojin di hucreya yek kesî dene.

Malperê da zanîn ku her sê jinên girtî ji ber nerazîbûn nîşanî şert û mercên girtina xwe kirine, hatine cezakirin.

Hêjayî gotinêye ku roja 24’ê Hezîrana îsal di dema şerê navbera Îsraîl û Îranê de, Îsraîlê girtîgeha Evînê bombebaran kir û di encamê de 70 girtiyên siyasî ji girtîgeha Evîn ji bo girtîgeha Qerçek hatin şandin. Li gorî girtiyên hatine şandin bi xwe dibêjin, ew di odeyek biçûk û qerebalix de bêyî hewagirtinek guncaw têne girtin, rewşa wan a tenduristiyê xirabe û ew nikarin xwarinek bi tendurist wer bigirin.