‘Komkujiya li Şengalê rûreşiya mirovahiyê ye’

Kurdên li Lubnanê komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî ya Şengalê pêk anîbû, şermezar kir û diyar kir ku komkujî sûcekî şer e û rûreşiya tevahiya mirovahiyê ye.

‘Komkujiya li Şengalê rûreşiya mirovahiyê ye’
‘Komkujiya li Şengalê rûreşiya mirovahiyê ye’
‘Komkujiya li Şengalê rûreşiya mirovahiyê ye’
‘Komkujiya li Şengalê rûreşiya mirovahiyê ye’
‘Komkujiya li Şengalê rûreşiya mirovahiyê ye’
1 tebax, 2025   12:58
BEYRÛT

Kurdên li Lubnanê bi daxuyaniyekê komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an (Fermana 74’an) ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê li dijî civaka Êzidî kiribû, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin: "Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran mêrên êzidî qetil kirin, wan di gorên komî de veşartin, bi hezaran jin û jinên ciwan revandin û hemû cûreyên îşkenceya fîzîkî û dirûnî pêk anîn û wan li bazaran firotin. Her wiha bi sedan zarok revandin û tev li nav xwe kirin. "

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku piranî jin û zarok, hîna derdora 2 hezar û 900 Êzidî winda ne û wiha hat domandin: "Gelek ji wan birin Reqayê û deverên din ên Sûriyeyê. Gelek ji aliyê YPJ’ê û gerîlayan ve hatin rizgarkirin."

Di daxuyaniyê de behsa helwesta PDK’ê jî hat kirin û hate diyarkirin ku hêzên PDK’ê di kêliyên xeternak de Êzidî bi tenê hiştin, dewleta Iraq û artêşa wê jî erka xwe ya parastina sivîlên Şengalê bi cih neanî.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi rola gerîlayên azadiyê di parastina civaka Êzidî û rêgirtina li ber zêdebûna komkujiyan hat kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku komkujiya Şengal sûcekî şer û rûreşiya tevahiya mirovahiyê ye.

Di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî, bi taybetî Konseya Ewlekhiyê û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovî yên parastina kêmneteweyên olî û etnîk ji qirkirin û paqijiya entîk biparêzin û rê nedin ku komkujiyên wiha dubare bibin.

(bb)

ANHA