Zelensky: Rûsyayê di Tîrmehê de bi 3800 dronan êriş kir

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky zirarên di meha Tîrmehê de ji ber êrişên bi dronan û avêtina moşekan ji hêla Rûsyayê ve, aşkera kirin.

Zelensky: Rûsyayê di Tîrmehê de bi 3800 dronan êriş kir
1 tebax, 2025   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku Rûsyayê di meha Tîrmehê de bi zêdetirî 3 hezar û 800 dronan û nêzî 260 moşekan êrişî Ukraynayê kiriye.

Zelensky îro li ser rûpela xwe ya Xˋê got: "Em nêrîna serok Trump, serokên Ewropayê û hevkarên me yên din têkildarî bûyeran û şermezarkirina Rûsyayê bi nirx dibînin. Ji bilî yekkirina hewldanan ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Ewropa û aliyên aktîf ên din ên li cîhanê nikarin êrişên Rûsyayê rawestînin."

Duh Zelensky di kongreya li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê de axivîbû û bang li civata navneteweyî kir ku li dijî Moskovê tedbîrên tund bigire û li ser "guhertina rejîmê li Rûsyayê" xebatê bidin meşandin.

Zelensky daxwaz kir ku pereyên Rûsyayê yên li dewletên rojavayî hatine cemidandin werin desteserkirin û got dem hatiye ku ew pere ji bo "piştgiriya pergala parastinê ya Ukraynayê û aştiyê werin bikaranîn."

(fr)