Rayedarekî NYˊyê bang li Îsraîlê kir: Deriyên mirovî yên bi ser Xezayê ve veke

NYˊyê bang li Îsraîlê kir ku ji bo misogeriya gihandina alîkariyên mirovî hemû deriyên mirovî yên bi ser Xezayê ve veke.

Rayedarekî NYˊyê bang li Îsraîlê kir: Deriyên mirovî yên bi ser Xezayê ve veke
15 cotmeh, 2025   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Koordînakirina Kar û Barên Mirovî (OCHA) Tom Fletcher, di hevpeyvînekê li gel AFPˊê de diyar kir ku divê Îsraîl yekser tevahî deriyên sînor veke da ku alîkarî derbasî Xezayê bibin.

Fletcher got, "Di çarçoveya peymana agirbestê ya di navbera Îsraîlê û Hemasê de hemû derî niha werin vekirin."

Fletcher wê roja pêncşemê ji aliyê Misrê ve serdana deriyê Refahê ya bi ser Şerîda Xezayê ve ku çend meh e girtî ye, bike.

(ac/fr)

ANHA