Nûnertiya Rêveberiya Xweser li parlamentoya Fransayê hevdîtin kir

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Parîsê, li parlamentoya Fransayê hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de nîqaş li ser geşedanên li Sûriyeyê û sedemên bicihneanîna peymana 10'ê Adarê û rola dewleta Tirk di têkbirina civîna Parîsê de, hatin kirin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser li parlamentoya Fransayê hevdîtin kir
Nûnertiya Rêveberiya Xweser li parlamentoya Fransayê hevdîtin kir
Nûnertiya Rêveberiya Xweser li parlamentoya Fransayê hevdîtin kir
Nûnertiya Rêveberiya Xweser li parlamentoya Fransayê hevdîtin kir
15 cotmeh, 2025   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Parîsê li parlamentoya Fransayê bi parlamenteran re hevdîtin kir.

Şandeya nûnertiya Rêveberiya Xweser ji Kerîm Qemer, Kadar Pîrê, Fener Hacan û Hindirîn Mihemed pêk hat.

Nûnerê Partiya France Insoumise Thomas Portes dest bi hevdîtinê kir. Piştre şandeya nûnertiya Rêveberiya Xweser geşedanên li Sûriyeyê û danûstandinên bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re şîrove kirin.

Di hevdîtinê de ev mijar hatin nîqaşkirin:

- Armancên ji van hevdîtinan û rola wan li ser herêmê, rêveçûn û serxistina pêvajoya danûstandinan.

- Rola Fransayê wekî garantora diyaloga bi Şamê re.

- Rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê û misogerkirina beşdariya pêkhateyan di pêvajoya siyasî de.

- Geşedanên pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û bandora wê li ser rewşa siyasî û leşkerî ya Sûriyeyê.

Endamê nûnertiya Rêveberiya Xweser li Fransayê Kadar Pîrê ji ajansa me re diyar kir ku di hevdîtinê de parlamenterên Fransayê pirs ji şandeyê kirin. Pîrê got pirsên wan li ser êrişa li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê û sedemên ku nahêlin hikumeta veguhêz peymana 10'ê Adarê pêk bîne, bûn.

Pîrê destnîşan kir ku endamên şandeyê bersivên hemû pirsan dan û li ser rola dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wê ji bo binxistina rola Parîsê di çareseriya li Sûriyeyê de, axivîn û got ku ev xal ji bo parlamenteran gelekî girîng bû.

Pîrê anî ziman ku parlamenteran jî got ku dewleta Tirk bû sedema têkçûna civîna Parîsê, ew hikumeta veguhêz kontrol dike, desthilata xwe li ser berpirs û kesên nêzî xwe ferz dike, weke Hesen El Dixêm, ê ku tev li hemû civînan bûye, li gel ku tu sîfeteke wî ya fermî nîn e.

Pîrê da zanîn ku ev hevdîtin li ser daxwaza parlamenteran hat kirin û diyar kir ku wan berê civînên asayî bi parlamento û Wezareta Derve ya Fransayê re li dar xistine. Lê vê carê bi daxwaza fermî ya parlamento û parlamenterên Fransî bû ku hin pirsan ji şandeya nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Parîsê, bikin.

(mh/fr)