Têkildarî êrişa li dijî bendeke ewlehiyê ya Reqayê daxuyanî

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrişkarekî bi motorsilkêtê bi awayekî bêserûber êrişî bendeke kontrolê ya li Reqayê kir, di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û êrişkar hat kuştin.

Têkildarî êrişa li dijî bendeke ewlehiyê ya Reqayê daxuyanî
15 cotmeh, 2025   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirînê bi daxuyaniyekê de aşkera kir ku kesekî bi motorsiklêtê êrişî bendeke kontrolê ya hêzan a li rojhilatê Reqayê kir, bi wê re 2 sivîlên li ser bendên kontrolê şehîd bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzan di cih de bersiva êrişkar da û ew kuşt.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Kesekî ku li motorsiklêtê siwar bûbû, bi çeka kalaşnîkovê bi awayekî bêserûber êrişî bendeke kontrolê ya hêzên me ya li bajarokê El Kerame, yê li rojhilatê Reqayê kir. Hêzên me bersiva êrişkar da û di cih de êrişkar kuşt. Lê ji ber êrişê 2 sivîl şehîd bûn. Lê tu ziyanên canî di nava hêzên me de çênebûn.

Piştî bûyerê, hêzên me li herêmê dest bi lêgerînê kir û li êrişkar geriyan. Li kêlek wê jî tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst jî hatin girtin da ku aramiya herêmê were misogerkirin û pêşî li her hewldanek ji bo têkbirina ewlehiyê were girtin.

Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, diyar dikin ku ev hewldanên tirsonek dê me ji erkên me yên parastina welatiyan û aramiyê li hemû herêmên me bi dûr nexin."

(fr)