Piştî êrişa li ser Heşdî Şeebî El Zeydî serdana xwe ya ji bo Siudiyê betal kir

Serokwezîrê Iraqê serdana xwe ya ku dihat payîn sibe biçe Erebistana Siudiyeyê, betal kir.

Piştî êrişa li ser Heşdî Şeebî El Zeydî serdana xwe ya ji bo Siudiyê betal kir
29 tîrmeh, 2026   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê biryar bû sibe Serokwezîrê Iraqê Elî El Zeydî serdana Erebistana Siûdiyeyê bikira.

Lê tê gotin Elî El Zeydî ji ber êrişên asmanî yên hevpar ên Amerîka û Siudî yên li ser Heşdî Şeebî û komên din ên çekdar ên nêzî Îranê, serdana xwe ya ji bo Siudiyê betal kiriye.

Malpera “Al-Hurra” ya Amerîkî belav kiribû ku di vê serdana El Zeydî ya ji bo Siûdiyeyê de, Riyad wê di mijara bêçekkirina komên çekdar de, ji bo Iraqê bikeve nava hewldanan.