DAIŞ’ê êrişî Heşdî Şeebî kir

Şeva borî li sinorê parêzgeha Ninowayê çeteyên DAIŞ’ê êrişî ser navendeke Heşdî Şeebî kir. Fermandariya Operasyonên Rojavayê Ninowayê ragihand, piştî êrişê hêzeke zêde çûne cihê bûyerê û herêm xistine dibin kontrolê de.

DAIŞ’ê êrişî Heşdî Şeebî kir
16 mijdar, 2026   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva borî li sinorê parêzgeha Ninowayê çeteyên DAIŞ’ê êrişî ser navendeke leşkerî ya Heşdî Şeebî kir.

Fermandariya Operasyonên Rojavayê Ninowayê bi daxuyaniyekê êriş piştrast kir û da diyarkirin piştî êrişê hêzek zêde ya leşkerî çûne cihê êriş lê pêkhatî û herêm xistine dibin kontrolê de.

Di derbarê ziyanên êrişê de heta niha ti agahiyek nehatiye parvekirin.