Îranê êrişî baregeha Hizba Demokrat kir

 Îranê êrişî baregehên HDK-Î ya li herêma Dola Balîsan a navçeya Şeqlewa ya Hewlêrê kir.

Îranê êrişî baregeha Hizba Demokrat kir
29 tîrmeh, 2026   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizba Demokrat a Kurdistanê-Îranê (HDK-Î) têkildarî êrişek nû ya Îranê li ser baregehên wan, daxuyaniyek belav kir.

 Di daxuyaniyê de HDK-Î’yê diyar kir ku danê nîvro carek din Îranê bi droneyan êrişî ser baregeha hêzên wan ên li Dola Balîsan ya li sînorê navçeya Şeqlawa ya bajarê Hewlêrê kirî.

 Her wiha destnîşan kir ku heta niha bi 143 drone û moşekan êrişî ser baregeh û navendên hêzên wan ên li Herêma Federe ya Kurdistanê kirine.