Li nêzîkî Koşka Spî gule hatin avêtin: Kesek hat kuştin

Li Washingtonê li nêzîkî Koşka Spî di bûyereke gulebaranê de ku li nav û derdora klûbeke werzişê pêk hat, kesek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn. Piştre gumanbar di nava qata xwe de birîndar hat dîtin.

Li nêzîkî Koşka Spî gule hatin avêtin: Kesek hat kuştin
12 mijdar, 2026   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên polîsan, îro li Washingtonê li taxa Logan Circle yê ku derdora 1,6 kîlometre dûrî Koşka Spî ye, di bûyereke gulebaranê de ku li nav û derdora klûbeke werzişê qewimî kesek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Serok Polîsan Jeffrey Carroll di civîneke çapemeniyê de ragihand ku gumanbar piştre di qata xwe de birîndar hat dîtin.

Carroll anî ziman ku lêkolînên destpêkê nîşan didin ku gumanbar û şêniyên avahiyê di nava nakokiyekê de bûn.

Endama Meclisa Herêma Columbia Brooke Pinto di peyameke xwe ya li ser platforma X’ê de diyar kir ku gulebaran li klûbeke werzişê ya bi navê "Vida" pêk hatiye û da zanîn ku çend kes bûn birîndar bûn.

(f)