Şam û Hewlêrê xurtkirina hevkariya perwerdeyê gotûbêj kir

Wezîrê perwerdeyê yê hikumeta demkî Mihemed Ebdulrehman Turko bi serokwezîrê Başûrê  Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya û rêbazên zêdekirina hevkariyê di qada perwerdeyê de û dan û standina pisporiyê, beriya 4’emîn Foruma Perwerdeyê ya Hewlêrê, nîqaş kirin.

Şam û Hewlêrê xurtkirina hevkariya perwerdeyê gotûbêj kir
29 tîrmeh, 2026   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê perwerdeyê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Mihemed Ebdulrehman Turko, îro ji bo beşdariya Komxebata Perwerdeyê ya Kurdistanê ya 4`mîn bibe, çû Hewlêrê. Turko bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Di hevdîtinê de, Turko bal kişand ser girîngiya berfirehkirina hevkariya di navbera Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî û Wezareta Perwerdeyê ya Başûrê Kurdistanê de.

Turko, bi amadebûna wezîrê perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd re, spasiya xwe ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re anî ziman ji bo mêvandariya xwendekarên ji Sûriyeyê.

Mesrûr Barzanî jî amadebûna hikumeta Başûr ji bo xurtkirina hevkarî û hemahengiyê bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re, bi taybet di qada perwerdeyê de, anî ziman.

(k)

ANHA