Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê

Çemê Xabûr ê di Hesekê re derbas dibe piştî salan ji nû diherike û şênî pê kêfxweş in.

Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê
Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê
Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê
Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê
Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê
Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê
Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê
Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê
Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê
Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê
Piştî 6 salan çemê Xabûr diherikê
26 hezîran, 2026   06:46
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Piştî 6 salan çemê Xabûr dawiya 2025`an piştî ku baran bariye, ji nû ve herikî û fêde li cotkarên herêma Hesekê û Til Temirê dike.

Şêniyên herêmê da zanîn ku herikîna çemê Xabûr dê bandoreke erênî li çandiniyê bike. Cotkar bi ava çemê Xabûr zaviyên xwe av didin.

Welatiyê bi navê Xelef El Casim got: "Piştî herkandina çemê Xabûr şênî gelekî şad bûn. Pirsgirêkên me yên jîngehê û tenduristî dibe ku mîna berê dernekevin. Her wiha gelek fêde li çandiniyê jî kir, ji ber av tune bû cotkaran nikarîbûn dexl û zeviyên xwe av bidin û dev ji çandiniyê berdabû. Li qeraxên çemê Xabûr zêdetirî 40 gundan nikarîbû çandiniyê bikin û nikarîbû zêdetirî 15 hezar donim erdên çandiniyê av bidin."

Li herêma Til Temir jî di navbera salên 2021-2022`an de 5 hezar kes bi nexweşiya leşmanyayê ketin. Li bajarê Hesekê jî gelek nexweşiyên çerm û yên hundirîn derketibûn.

Şêniyan diyar kir ku piştî çemê Xabûr herikî pirsgirêkên wan ên jîngeh û tenduristiyê li gorî berê kêm bûne.

(np)

ANHA