Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine

Şêniyên Hesekê ji ber qutbûna ava Elokê gazincan dikin. Şênî ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yê rojane neçar dibin ku avê ji sehrîcan bikirin.

Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
Qutbûna ava Elokê şênî bêzar kirine
30 îlon, 2026   06:40
HESEKÊ

Tevî ku ji 3 mehan ve pêvajoya dayîna avê ji Stasyona Avê ya Elokê dest pê kiriye, lê hîn jî li gelek taxên bajarê Hesekê pirsgirêka kêmbûna avê didome. Av kêm digihêje hinek deveran, ew jî têra pêdiviyên şêniyan nake.

Şêniyê bi navê Umer Ebdulxefûr da zanîn ku ava Elokê gihîştiye piraniya taxên bajêr, lê şêniyên kolana Can Hecar a taxa Salhiyê hîn jî ji avê bê par in. Ebdulxefûr got: “Em sedema negihîştina avê nizanin, av digihêje kolanên derdora me, em her meh neçar dimînin ku bi nêzî 300 hezar lîreyên Sûriyeyê depoyên xwe yên avê dagirin.”

Nûra Ebdulrezaq diyar kir ku şêniyên kolana Can Hecar ji bo avê gelek caran serlêdana Saziya Avê kiriye, lê hîn jî pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin.

Li gorî şêniyan heta niha av nagihîje taxên Xiwêran, Taxa El Zihûr û hin beşên taxên Salihiyê û Miftî. Av bi qederên ne têrker digihêje taxên dîtir, bi taybet di havînê de ji ber xerckirina zêde av kêm dibe.

Ciwanê bi navê Fehed El Muxlif destnîşan kir ku rewşa avê li Hesekê ji ber negihîştina ava Elokêê ji bo hemû taxan û bihabûna ava sehrîcan, hîn zehmet e. El Muxlif diyar kir ku bihabûna sotemeniyê bandoreke rasterast li lêçûna veguhastina avê kir, pê re buhayê sehrîcan jî zêde bû, ev yek di demekê de ku malbat ji ber bihabûna kel û pelan bê zar bûne, pêk tê.

Têkildarî mijarê Gerînendetiya Avê ya Hesekê jî destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê xebatên xwe didomîne.

(sb)

ANHA