Li Hesekê 200 donim genim şewitî

Tîmên Agirkujiyê şewata li zeviyekî genim ê bajarokê Til Beyder ê bakurê Hesekê ketiye vemirand. Ji ber şewatê nêzî 200 donim genim şewitî.

Li Hesekê 200 donim genim şewitî
25 hezîran, 2026   19:13
HESEKÊ

Li bajarokê Til Beyder ê bakurê Hesekê agir bi zeviyekî genim ket. Tîmên Agirkujiyê lez da cihê bûyerê, şewat kontrol kir û vemirand.

Li gorî Tîmên Agirkujiyê, sedema pêketina agir çirûska kehrebê ya ji ber patozê bû.

Nêzî 200 donim genim şewitî, lê tu zirarên canî nebûn.

(fr)

ANHA