80 sal di ser Peymana NY‘yê re derbas bûn; pirsgirêk hîna çareser nebûne

Piştî zêdetirî 80 salan di ser îmzekirina Peymana NY`ê re derbas dibin jî, hîna şer, pevçûn û dozên ku nehatine çareserkirin hene. Dozên gelê Kurd û Filîstînê ji wan dozan in. Ev yek valahiya di navbera prensîbên qanûnên navneteweyî û siyaseta navneteweyî de aşkera dike.

80 sal di ser Peymana NY‘yê re derbas bûn; pirsgirêk hîna çareser nebûne
26 hezîran, 2026   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 26`ê Hezîrana sala 1945`an de li bajarê San Francisco yê Amerîkayê 50 welatan Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze kir. Peyman di 24`ê Cotmeha heman salê de kete meriyetê. Bi wê peymanê re sîstemeke navneteweyî ji bo parastina ewlehiyê, rêzdariya li serweriya welatan, çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane, parastina mafên mirovan, her wiha xurtkirina mafê gelan ê diyarkirina çarenûsa xwe hat avakirin.

Ev peyman piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo pêkanîna pergaleke cîhanê li ser qanûn û hevkariyeke navneteweyî hate îmzekirin. Peyman ji 19 beşên ku ji 111 xalan pêk tê, ava bû. Ji bo gelek belgeyên navneteweyî yên girîng wekî Danezana Mafên Mirovan (1948) bûye lêvegereke esasî.

Lê piştî ew qas salan (81), valahiyeke berbiçav di navbera prensîbên di peymanayê de û rewşa siyasî ya ku têkiliyên navneteweyî de tê dîtin. Li gelek welatên Rojhilata Navîn û cîhanê wekî Sûriye, Iraq, Lubnan, Yemen, Lîbya, Sûdan, Rûsya û Ukraynayê şer û qeyran didomin. Van bûyeran prensîbên serweriyê, bikarneanîna hêzê û parastina sivîlan, di ber ceribandinên pir dijwar de hiştine.

Pirsgirêka Kurd yek ji kevntirîn pirsgirêkên navneteweyî ya li Rojhilata Navîn e ku hîna nehatiye çareserkirin. Hîn jî daxwazên gelê Kurd ên naskirina wan a neteweyî û mafên wan ên siyasî, çandî û rêveberî cihê nîqaş û nakokiyan in. Di heman demê de pirsgirêka Filistînê mînakeke berdewam a arîşeyên bi sepandina prensîba mafê çarenûsî yê gelan re rû bi rû ye.

Tevî ku Peymanada NY‘yê hîn lêvegera qanûnî ya sereke di têkiliyên navneteweyî de ye, lê pêkanîna rêgezên wê bi hevsengiyên hêzan û berjewendiyên jeosiyasî yên dewletan re rû bi rû dimîne. Saziyên navneteweyî pirî caran nikarin pevçûnan bisekinînin û wê peymanê pêk bînin, vê jî hiştiye baweriya bi vê sîstema navneteweyî kêm bibe.

Piştî derbasbûna zêdetirî 80 salan di ser îmzekirina peymanê re, pirsgirêk ne tenê ji ber tunebûna rêgezên qanûnî ye, lê ji ber ku îradeya siyasî li gorî pêkanîna wê bi şêweyekî wekhev hatiye sînordarkirin. Pirsgirêka sereke ya li pêş civata navneteweyî derdikeve ew e ku van xalên ku di peymanê de hatine diyarkirin, li ser erdê pêk bîne da ku edalet û îstiqrara ji bo hemû gelan misoger bike.

(sb)

ANHA