Berhevkirina zû ya zeytûnan ji ber tirsa ji diziyê, gefê li berhemê dixwe

Cotkarên zeytûnan li parêzgeha Humsê ji ber tirsa ji diziya berhemên darên xwe, beriya hatina dema berhevkirina wê di nava fikaran de ne. Ev dihêle ku hinek cotkar di demeke zû de berhemên xwe berhev bikin û ev jî bandorê li miqdara zeytê û kalîteya wê dike. 

Berhevkirina zû ya zeytûnan ji ber tirsa ji diziyê, gefê li berhemê dixwe
7 cotmeh, 2026   03:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber rewşa hewa ya baş, tê payîn ku berhemên zeytûnan li parêzgeha Humsê zêde be.

Li parêzgeha Humsê dê pêvajoya berhevkirinê ji 15`ê Cotmehê (2026) dest pê bike, ji bo tesbîtkirina dema herî guncaw ji bo rakirinê, Gerînendetiya Çandiniyê bi koordîneya daîreyên çandiniyê vê pêvajoyê bi awayeke yekser dişopîne.

Cotkarên li Humsê metirsiyên xwe yên ku dê berhemên wan beriya dema hatina rakirina xwe rastî diziyê werin anîn ziman, ev dihêle beşek ji wan bi lez berhemên xwe rakin.

Cotkar dibêjin ku li bendemayîn dema guncaw a rakirinê ji ber tirsa ku beşek ji berhem ji dest wan biçe, gelek zehmetiyan dibînin, daxwaz dikin ku çavdêriya li ser zeviyên wan ê çandiniyê zêde bibe, ji bo rêgirtina li ber diziya berhemên wan rêkarên pêwîst bên girtin.

Di sala borî û ya beriya wê de jî, cotkarên li gundewarên Humsê ji ber tirsa ji diziya berhemê wan bi awayeke beriya dema xwe berhemên xwe rakirin, şêniyên gundê El Sain El Eswed di 8`ê Cotmeha 2025`an de 3 ciwanên ku hewil dan berhemê Zeytûnan bidizin girtin û radestî hêzên ewlekariyê kirin.

RAKIRINA BERHEMÊ DI DEMEKE ZÛ DE BANDORÊ LI MIQDARA ZEYTÊ DIKE

Pisporên çandina Zeytûnan dan zanîn dema rakirina berhemên darên Zeytûnan di demeke guncaw de faktoreke sereke ya miqdara zeytê û taybetmendiyên wê diyar dike, heke di demek zû de bê rakirina zeyta di zeytûnan de kêm dibe û bandorê li taybetmendiyên wê dike.

Gerînendetiya Çandiniyê ya Humsê ji cotkaran xwest ku bi lez berhemên xwe ranekin, diyar kir ku dema berhem ji sedî 60 bibe xwedî rengên binefş û reş, ew dibe dema baş a rakirinê û Zeytûn jî bi qelîteyeke baş derdikevin, daxwaz kir ku heta ji wan bê divê bi dest berhemên xwe rakin, berhemên ku ji berê de ketine nexin nav berhemên baş.

Piştî mewsimê sala 2025`an a ku li Parêzgeha Humsê kêm hat dîtin, wê demê Gerînendetiya Çandiniyê diyar kiribû ku dê berhem li beramberî sala beriya wê (2024) 75 hezar û 48 ton derket, wê salê jî 59 hezar û 246 ton derkeve, bi vî awayî di nava her du salan de ji sedî 21 kêm bû.

55 KARGEHÊN DERXISTINA ZEYTA ZEYTÛNAN LI BENDA MEWSIMÊ NE

Bi nêzîkbûna dema rakirina berhem, aliyên peywendîdar kargehên derxistina zeyta Zeytûnan amade dikin, tê payîn wê 55 kargehên li herêmên cuda yên parêzgehê bixebitin.

(sb)