NY`yê ji Sûriyeyê daxwaz kir mijara dayîna nasnameyên zarokan çareser bike

NY`yê daxwaz ji Sûriyeyê kir ku qanûnên têkildarî nasname û belgeyên fermî çareser bike, di nav de mafê zarokên ku dayikên wan sûriyeyî ne û bavên wan biyanî ne.

NY`yê ji Sûriyeyê daxwaz kir mijara dayîna nasnameyên zarokan çareser bike
4 mijdar, 2026   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz ji hikumeta li Sûriyeyê kir ku pergala zagonsazî ya girêdayî dayîna belgeyên fermî û nasnameyê ji bo zarokan çareser bike, bi taybet zarokên ku dayikên wan sûriyeyî û bavên wan ne ji Sûriyeyê ne û kesên ku belgeyên xwe di dema şer de winda kirine.

Di belgeya ku ji hêla Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya girêdayî Sûriyeyê ya girêdayî NY`ê hatiye weşandin de, hat destnîşankirin ku diyardeya nebûna belgeyên nasnameya qanûnî ya bi zarokên ji Sûriyeyê re, yek ji encamên xerab ên şerê li Sûriyeyê ye.

Di qanûna Sûriyeyê de jinên ku zarokên wan ji bavên ne sûriyeyî ne nikarin nasnameya xwe bidin zarokên xwe û ne jî hevjînê xwe, tenê mêr li Sûriyeyê tenê dikarin nasnameya xwe bidin zarokan.

(sb)