Pêngava Meclisa Hesekê ya paqijiyê dewam dike

Meclisa Şaredariya Hesekê bi hevkariya şaredariyê û komînan, pêngava paqijkirina jîngehê didomîne.

3 hezîran, 2025   10:54
 HESEKÊ

Meclisa Bajarê Hesekê bi hevkariya Şaredariya Gel û komînên taxa Ezîziyê pêngava paqijkirin û hişyarkirina der barê jîngehê dest pê kir. Ev xebat di çarçoveya kampanyaya meclisê ya ji bo baştirkirina xizmetguzariyan û hişyariya der barê jîngehê de pêk tê.

Şêniyên taxê û xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî pêngavê bûn. Di xebata îro de kolanên taxê bi awayekî kollektîf hatin paqijkirin.

Li gorî berpirsyaran, ev pêngav dê di rojên bê de li hemû taxên bajêr berdewam bike.

Pêngav berê li taxên Kellasê, Eskerî, Xişman, Neşwa û Mişêrfê bi rê ve çûbû.

ANHA

(bm)