Rêveberiya Xweser rojên betlaneya Cejna Qurbanê diyar kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rojên betlaneya Cejna Qurbanê diyar kirin. Her wiha Desteya Karên Hundirîn ji bo ewlehiyên hin tedbîr girtin.

Rêveberiya Xweser rojên betlaneya Cejna Qurbanê diyar kirin
3 hezîran, 2025   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Qurbanê biryarnameyek belav kir û tê de ragihand ku betlaneya Cejna Qurbanê ji roja Pêncşemê (5 Hezîran) dest pê dike û heta roja Duşemê (9 Hezîran) dewam dike.

Desteya Karên Derve û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ewlekariya di rojên cejnê hin tedbîr girtin:

- Ji saet 18.00`ê êvarê roja pêncşemê heta nîvê şeva înê ketina kamyon û tankerên mezin û navîn bo nava bajar û bajarokan qedexe ye.

- Di roja yekem a cejnê de, tevgera tankerên sotemeniyê tê rawestandin, bi hevkariya Daîreya Veguhastina Sotemeniyê cihên guncaw ji bo rawestanê tên diyarkirin.

- Dergehên sînorî ji seat 18:00`ê êvarê roja pêncşemê heta saet 18:00ê êvarê roja şemiyê têne girtin, ji bilî tevgera rêxistinên mirovî û alîkariyê û kamyonên alîkariyên tenduristiyê.

- Tevgera rêwiyan dê wekî xwe bimîne.

- Ji roja Çarşemê saet 16.00’an heta roja Şemiyê tevgera motorsîkletên sivîl û leşkerî tê rawestandin.

- Di cejnê de teqandina çekan qedexe ye.

- Li hemû navend û xalên ewlehiyê dê kontrol were zêdekirin û ji bo ewlehiya gel dê kombûnên mezin bên qedexekirin.