Hûsiyan bi moşekekê li Balafirgeha Ben Gurion xist

Hûsiyan ragihand ku wan bi moşekeke balîstîk li Balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê daye û di encamê de trafîka hewayî bi awayekî demkî hatiye sekinandin. Artêşa Îsraîlê jî piştrast kir ku wê moşek bê bandor kiriye.

Hûsiyan bi moşekekê li Balafirgeha Ben Gurion xist
3 hezîran, 2025   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Hûsî ya Yemenê duh êvarê ragihand ku wan bi moşeka balîstîk a "Zulfîqar" operasyoneke leşkerî li dijî Balafirgeha Ben Gurion a Tel Avîv a Îsraîlê pêk aniye.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Sarî bi dîmenekê ku li ser hesabê xwe yê X’ê parve kiriye, got “êrişê armancên xwe bi dest xistine". Her wiha destnîşan kir ku bi milyonan îsraîlî xwe li stargehan girt û û trafîka hewayî ya balafirgehê hate rawestandin.

Berdevkê Hûsiyan got "ev operasyon wek bersiveke li hemberî sûcên Îsraîlê yên li Xezayê û binpêkirinên li dijî Mizgefta Eqsayê pêk hat” û daxuyand ku heya şer dewam bike dê êrişên wan jî bidomin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê moşekek ji Yemenê hatibû avêtin, bê bandor kiriye. Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku seferên hewayî yên li balafirgehê demkî hatine rawestandin.

(bb)