Bi hezaran koçberên ji Siwêdayê bi zivistaneke duyemîn re rû bi rû ne

Bi hezaran malbatên ku ji Siwêdayê koçber bûne, ji dema koçberiya xwe ya Tîrmeha 2025`an ve cara duyemîn e ku zivistaneke biêş û azar derbas dikin. Lêçûnên germkirin û pêdiviyên bingehîn zêde dibin û gelek malbatan çavkaniyên xwe yên dahatê ji dest dane.

Bi hezaran koçberên ji Siwêdayê bi zivistaneke duyemîn re rû bi rû ne
22 mijdar, 2026   06:15
SIWÊDA

Bi hezaran malbatên ku ji gundên Siwêdayê koçber bûne, piştî bûyerên Tîrmeha 2025’an, di sala duyemîn de êş û azarên koçberiyê dikişînin.

Li gorî daneyên dawîn ên ji stargehên Siwêdayê, hejmara malbatên koçber ên ku hîn jî di nav parêzgehê de ne, bi qasî 17 hezar û 680 malbat e.

Hejmara malbatên ku di Tîrmeha 2025`an de ji gundên xwe koçber bûne ji 23 hezaran derbas bû. Hin malbat ji welat derketin, hinên din jî li bajar û gundên cuda yên di nav parêzgehê de bi cih bûn.

Malbatên koçber vê zivistanê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû e, bi taybet jî ji ber germkirinê. Êşa koçberan ne tenê bi peydakirina sotemeniyê ve sînordar e. Hin stargeh di heman demê de bi pirsgirêkên têkildarî avahiyên hilweşiyayî, konên xerabe û nebûna alavên bingehîn re jî rû bi rû dimînin.

Di vê navberê de, mijara vegera gund û malan yek ji wan pirsgirêkên herî girîng e ku malbatên koçber pê re rû bi rû ne, bi taybet ji ber fikarên ewlehiyê, zirara li milkan bûye û talankirin, desteserkirin an firotina mal û erdan bêyî razîbûna xwediyên wan.

Her çend belavkirina alîkariyê bi rêya rêxistinên xêrxwazî ​​û mirovî yên herêmî berdewam dike, her wiha ji hêla hin însiyatîfên civakî ve ji derveyî welêt. Tevî hemû civînên ku ji bo baştirkirina bersiva mirovî hatine lidarxistin. Lê mijarên koçberiyê, vegerandina milkan, peydakirina çavkaniyên dahatê û vegera ewle, pirsgirêkên herî girîng in ji bo malbatên koçber.

(k)

ANHA