Piştî bihabûna mazotê malbat li alternatîfên cuda digerin

Rewşa jiyanî ya zehmet û zêdebûna buhayên sotemeniyê, dihêle ku malbatên li herêma Cizîrê ji bo dabînkirina pêdiviyên esasî li alternatîfan bigerin û şaxên darên xwe û bermahiyên sebzeyan ji bo germkirinê wek alternatîf dibînin.

1 cotmeh, 2026   05:15
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Di demekê de ku rewşa debarê zehmet e û ji ber bihabûna kel û pelan, zêdekirina buhayên sotemeniyê ji hêla hikumeta veguhêz ve, şêniyên herêma Cizîrê rastî astengiyên dabînkirina pêdiviyên xwe yê rojane tên, bi taybet bi hatina zivistanê re li alternatîfên germkirinê digerin.

Şêniyê bi navê Newaf Hisên Mihemed (54) ê li taxa Selah El Dîn a Çilaxayê nikare vê zivistanê mazotê li gorî buhayên ku hikumeta veguhêz daniye bikire û neçar maye ku şaxên darên zeytûn û tûyan bibire û ji bo germkirinê bi kar bîne.

Zêdekirina buhayên sotemeniyê hiştiye ku aloziya jiyanî ya li herêmê kûrtir bibe, tevî protestokirina xelkê ya li dijî biryarê, hikumetê ti guhertin çênekir, werzê zivistanê tê û şênî li hêviya belavkirina mazotê li gorî buhayên ku ew dikarin bidin.

Newaf Hisên Mihemed dibêje rewşa jiyanî ya zehmet û ew nikare bi awayeke têrker mazotê bikire, hiştiye ku ew şaxên daran ji bo germkirinê bikarbîne.

Newaf Hisên Mihemed diyar kir ku salane malbata wî nêzî 700 lîtreyên mazotê xerc dike û lêçûna vê qedera mazotê ji bo firoşkarekî wekî wî ku bi seyareya xwe li gundan sebzeyan difroşe giran e.

Bermîleke mazotê ku ji nêzî 200 lîtreyan pêk tê, li gorî buhayên heyî 250 dolar dike.

Newaf Hisên Mihemed got şaxên ku ji daran rakirine û amade kirine, têra zivistanê nakin, lewma li kêleka wê selikên sebzeyan jî amade kirine.

(sb)

ANHA