Li Şedadê yekî birayê xwe kuşt

Ji ber nakokiyên di navbera wan de ciwanekî birayê xwe li sûka Hedadiyê ya bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê kuşt.

 Li Şedadê yekî birayê xwe kuşt
25 îlon, 2025   11:00
HESEKÊ

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên xwecih ên ji sûka Hedadiyê ya Şedadê yê kantona Cizîrê, diyar kir ku di navbera Elî El Meeyûf û Ebdullah El Meeyûf ên birayên hev de nakokî derketin.

Çavkaniyan da zanîn ku piştî ew her du çûn sûkê nakokî zêdetir bûn, Ebdullah El Meeyûf birayê xwe Elî kuşt û piştre ji sûkê revî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kir.

Heta niha nehat zanîn ku kujer xwe radestî hêzên ewlekariyê kiriye yan na.

(fr)

ANHA