Rojnameger Pêjder Altan: Tirkiye li Sûriyeyê lîstikvana herî agresîf e

Rojnameger Pêjder Altan li ser rewşa dawîn a Sûriyeyê got Sûriye bûye qadeke bazarê ya pir aktoran. Li gorî wî, Tirkiye di nava van aktoran de wekî lîstikvana herî agresîf û herî guherbar derdikeve pêş.

Rojnameger Pêjder Altan: Tirkiye li Sûriyeyê lîstikvana herî agresîf e
29 tîrmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

Di Adara 2011’an de li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir. Bi vî şerê re li Sûriyeyê parçebûn çêbû, hêzên navneteweyî û herêmî ku piştgirî dida rejîma Baasê û yên li dijî rejîma Baasê, li Sûriyeyê ketin nava tevgerê. Tirkiye jî yek ji wan dewletan e ku li Sûriyeyê plan û projeyên xwe hene. Piştî ketina rejîmê ya 8’ê Kanûna 2024’an, bi avakirina hikumeta demkî re, Tirkiyeyê di warê siyasî de jî dest bi pêkanîna planên xwe kir. 

Rojnameger Pêjder Altan der barê vê mijarê da ji ajansa me axivî.

Hûn di vê pêvajoyê de zêdebûna rola Tirkiyeyê li Sûriyeyê çawa dinirxînin? Armancên stratejîk ên ku Enqere dixwaze li Sûriyeyê bi cih bîne, çi ne?

Rola Tirkiyeyê li Sûriyeyê, piştî 2011’an "guhertina rejîmê" îro zivîriye ber bi stratejiyeke pir aşkeratir a ewlehî-navendî, hegemonîk û avakirina bandora demdirêj.

Armanca Tirkiyeyê ya sereke, astengkirina mayîndebûna xeta sînor ji “xweseriya Kurd-statuya kurdewarî” ku ji bo xwe wek tehdît dibîne, nehêle û ji holê rake. 

Ya din jî, ji bo entegrekirina nav mîmariya leşkerî û ewlehiyê nû ya Sûriyeyê. Ji bo ku di perwerde, teçhîzkirin û doktrîna artêş û dezgeha ewlehiyê ya nû de bibe aktoreke diyarker, ji bo ku bi hêzên nû yên li Şamê re pozîsyoneke "hevkara stratejîk" ava bike.

Her wiha qada bandorê ya demdirêj û herêma tampon ava bike da ku pêşiya stratejiya xwe ya mayîndebûnê veke. Wek afirandina kembereke ku bi rêya kontrola fiîlî, bicihkirin, endezyariya demografîk û entegrasyona aborî ya girêdayî Tirkiyeyê.

Pê ve girêdayî, pêleke bilindtir di hiyerarşiya hêza herêmî de ava bike. Ev çi ne; piştî hilweşîna rejîma Esad bûyîna aktoreke sereke di ji nû ve avakirina Sûriyeyê de, bicihkirina xwe di navenda "xeta sunnî" de ku bandora Îran, Îsraîl û Kendavê hevseng dike.

Tirkiye ji bo xurtkirina bandora xwe ya siyasî, ewlehî, leşkerî û aborî kîjan amûran bi kar tîne?

Tirkiye piştî ku di bin navê operasyonên derveyî sînor de dagirkirina Cerablus, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, bi rêya komên çete yên wekî DAIŞ, SMO/SNA û hwd, di hêla leşkerî de xwe bi berfirehî bi cih kir. Piştî hilweşîna rejîma Esad, bi rêya HTŞ’ê ev berê leşkerî berfirehtir bû. Her çi qas ji van koman piraniya wan ji bo fermiyetê di bin navê firqeyên wekî 62, 72, 80, 86 û hwd ên nava Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Şamê de entegre bûbin jî, lê ya esasî, di bin navê tedbîreke pêşerojê ya li hember hem HTŞ‘ê û hem jî bi taybet li hember Kurdan, di baregeh û kampên leşkerî yên wekî Riha, Hawar Kilîs, Hatay, Dîlokê de ji bermahiyên van komên çeteyan di navbera 5-8 hezar “Artêşeke Paralel” hazir hatiye hiştin.

Ev di nava demê de, ji Serêkaniyê bigire heya diçe Efrînê, niha jî Heleb, Hema, Hums, Lazqiye jî lê zêde bûn, di baregehên mayînde, noqteyên çavdêriyê, qadên tetbîqatên hevpar de xwe bi cih dike.

Em van îdiayan dikarin bi van agahiyan şênber bikin;

MÎT‘ê zêdetirî salek berî niha li derdora Lazkiye û Ceblehê radarên guhdarîkirinê, alavên ragihandina bêtêl, cîhazên çavdêriya xetê û cîhazên din ên teknolojîk ên nûjen bi cih kiribûn. Herwiha li bajarê Hama zêdetirî sê an çar balafirgehên leşkerî hene ku bi taybetî ji bo operasyonên dronan têne bikar anîn.

Ji ber vê yekê, Wezareta Parastinê ya Hikumeta demkî ya Sûriye zêdetirî sê firqeyên leşkerî yên girîng û mezin ku bi alavên xwe yên leşkerî yên herî bihêz ve hatine sazkirin, li Hemayê û gundewarên derdora wê bi cih kirine.

Hat piştrastkirin ku li Ras El Besît ya ser bi Lazqiyê ve hêjmarek zêde a noqteyên ser bi Tirkiyeyê ve hene. Piraniya van noqteyan avahiyên wekî bi navê Hotel li wan hatine kirin lê di hundirê wan de MÎT a Tirk xwe bi cîh kiriye.

Di dawiya sala 2025’an de MÎT a Tirk da ku bikaribe bi rengek veşartî xwe bide xuyakirin dibin navê kampanya û şîrketên bazirganiyê kar dike. Wezareta Veguhastin û Binesaziyê ya Tirkiyeyê, di bin sîwana MÎT’ê de, bi Hikumeta demkî ya Sûriye re peymanek çêkiriye da ku hevkariya aborî û teknîkî li herêma Lazkiye ya başûrê Sûriyeyê, bi armanca dorpêçkirina binesaziya dîjîtal û torên ragihandinê, xurt bike.

Li herêmên bakurê Sûriyeyê ku Tirkiye bandora zêdetir heye, di hin cihan de torên operatorên Tirkiyeyê hatine bikaranîn an jî bi torên Tirkiyeyê re hatine girêdan. Di bin navê ku xizmetên telefon û înternet çêtir bibin, MÎT xebatê dide meşandin. Turkcell di dawiya 2025‘an de roaminga navneteweyî li Sûriyeyê çalak kir ku MÎT bi taybetî ji bo rêwiyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hêsanîbunek ava bike.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê di 2025–2026 de projeya mezin a SilkLink ji bo berfirehkirina tora fîber-optîk dest pê kir. Ev proje armanca girêdana Sûriyeyê bi welatên cîran, di nav wan de Tirkiye jî, heye. Şert û peyman bi şîrketên din re hatine kirin.

Bi vê ve girêdayî her wiha li noqteya bi navê Ras Elbesît a girêdayî Hamayê alavên teknîkî yên çavdêriya hewayî û ya deryayî, bircên Telekominikasyonê yên bi hêz hatine bi cîh kirin. Li gorî ku hatiye piştrast kirin kesên di vî karî de dixebitin piranî ji Tirkiyeyê anîne. Di nav welatiyên Sûriyeyê de, ew kesên ku ji bilî Erebî, Tirkî û Îngilîzî dizanin bi piranî di warên teknîkî de xurtin nav faaliyetan de cîh digrin.

Li bajarokê Banyas ê perava Sûriyeyê berê tabûreke parastina hewayî hebû. Niha di wir de radareke Tirkiyeyê heye, tevî endamên hêza behrê yên hikumeta demkî û sefîneyên ji bo bi hêsanî tev bigerin di deryayê de.

Di wir de mûşek nîn in, tenê erebeyên radarê û pîkapên li ser wan 23.5 hene. Berpirsê vê noqteyê kesê bi navê Şêx Ebo Omer ê ji parêzgeha Hemayê ye, di heman demê de mirovê wezîrê parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ye.

Ev firqe firqeyên El Emşat û El Hemzat, firqeya El Xetab, Firqeya 76’an û firqeyên 82’an û 86’an dihewîne.

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê, Tirkiye pergala radarê HTRS-100 ya çavdêriya trafîka hewayî xistiye xizmetê. Tirkiyeyê bi hinceta ev balafirgeh ji bo ewlehiya balafirgehê û trafîka sivîl e, lê hin analîstên Îsraîl dibêjin ku ev dikare ji agahiyên li ser tevgera balafiran hatiye avakirin.

Di Çileya 2026’an de Tirkiyeyê ragihand ku pergala radarê HTRS-100 a ku ji aliyê ASELSAN‘ê ve hatiye çêkirin, li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê saz kiriye da ku ewlehiya firînê baştir bike.

Ya herî girîng jî piştî êrişên heremên Bakur û Rojhilatê Sûriye ya Rêveberiya Xweser hate kirin, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazor jî serî hate zêdekirin û di van herêman de kom an jî yekîneyên kontra hatin avakirin. 

Ev agahiyên ku em li jêrê rêz bikin jî dê armanc û bandora Tirkiye ya li ser heremê dixwaze bi riyeke çawa kontrawarî ser heremê bike, diyar bike.

Di demên dawî de li Rojavayê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê), bi taybetî li gundewarên Qamişlo, Hesekê û Kobanê, êriş û hewldanên kaosê yên pêkhatî nîşan didin ku MİT stratejiyeke nû ya kontra bi navê hêzên eşîran dimeşîne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer, çeteyên girêdayî MİT û hêmanên DAÎŞ’ê li herêma Til Hemîsê bi navê “Siwar Eleşeyîr” (Siwarên Eşîran) xwe rêxistin dikin. Hin ji van komên bi unîformên hêzên ewlekariya hundir ên girêdayî hikûmeta Şamê tevdigerin; hate zanîn ku ev koma kontra ya di nav hêzên ewlekariya hundir de hatiye avakirin ji 10 kesan pêk tê. Ev yek bi vê re bi sînor namîne, MİT ji SMO û çeteyên DAÎŞ’ê yên li herêmê bi cih bûne jî hêzên kontra ava dike.

Ev plana qirêj armanc dike ku li herêmên di bin kontrola QSD’ê de kaosê biafirîne, êrişî nuqteyên asayîşê bike û pevçûna Kurd-Arap bişewitîne. Bi hevrêziya MİT û rayedarên girêdayî MİT di nav HTŞ’ê de, çeteyên DAÎŞ û SMO bi maskeya “ordu ya eşîran” têne rêxistinkirin. Di vê çarçoveyê de hem ciwanên eşîrên herêmê têne çekdarkirin û hem jî çeteyên kevn ên DAÎŞ’ê bi cilên sivîl li herêmê têne şandin.

MİT bi navê eşîra El Eşraf “Tugaya Rizgariya Cizîrê” ava kiriye û ev tugay di nav xwe de serkirdeyên çeteyên DAÎŞ’ê yên berê girêdayî MİT digire. Armanc ew bû ku bi sabotaj û suîkestan tirsê li QSD û rayedarên rêveberiya xweser biafirîne û eşîrên Ereb li dijî Kurdan sor bike. Piştî êrişên ku di 6’ê Çile de li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin, li Dêrazor, Tabqa û Reqayê jî êriş li gorî planên ku me li jor aşkera kirî pêk hatin.

 Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên kontra yên ku ji MÎT’ê fermana wergirtine, pêşî li Til Hemîsê kaosê diafirînin û piştre êrişî nuqteya Ebû Qesayîb dikin. Ev nuqte cîhekî stratejîk e ku hêzên asayîşa Rojavayê lê bi cih bûne. Herwiha plan bi rêberiya îstîxbarata MİT û HTŞ’ê ciwanên eşîran di nav vê plana qirêj de cih digirin.

Dîsa hate destnîşankirin ku Til Hemîs bûye navenda provokasyonê. Bi pêşengiya Ehmed Jedaan el-Xennam, nêzî 200 çekdarên girêdayî eşîra Beni Sebe û Hizbullah bi cilên sivîl li Qamişloyê hatine şandin, armanc ew bû ku ji derdora Ebû Zuwayl dest pê bike û li gundên Til Sateh, Til Ode belav bibe. Kontrola rêyên navneteweyî û afirandina nakokiyên hundir qonaxên sereke yên planê ne.

Di hêla ewlehî û îstîxbaratî de jî; li seranserê xeta sînor de torên îstîxbaratê, avahiyên ewlekarî-polîs ên heremî hewl didin rasterast bi Enqereyê ve girê bidin. Her wiha bi taybet di herêma Helebê de, hemû amûrên pêwendiyê-ragihandinê bi şîrketa Telekominikasyonê ve hatine girêdan û hemû amûrên postaxaneyê heremê bi Tirkiyeyê ve hatine girêdan. Vê yekî jî hemû di ser balyozxana Tirkiye ya Şamê ku berê Serokê Daîreya Taybet a MÎT’ê Nuh Yilmaz ve tê birêvebirin.

Armanc ji vê jî ew e ku di bin navê “Têkoşîna bi terorê re” hebûna siyasî-leşkerî ya Kurd krîmînalîze bike ye.

Amûrên aborî jî; li bakurê Sûriyeyê bi taybetî bikaranîna lîreya Tirkiyeyê, hemû xetên bazirganiyê bi Tirkiyeyê ve girêdayîn, bi projeyên enerjî û çandiniyê dixwaze bandora xwe zêde bike. Bi taybet li herêma Helebê ew dikanên senayiyê di ser şîrketên ku ji Tirkiyeyê hatine şandin ku hemû girêdayên AKP-MHP’ê ne, hevpeymana 15 sal ku tenê ew şîrket dikarin bidin şixûlandin hatine îmzekirin.

Niha jî, ew kesên ku du nasnameya hemwelatiyê ya Tirkiye û Sûriyeyê bi wan re heye, di sazî û parlementoya Şamê de bi cih bike. Heya niha zêdetirê 100 kesên ku hem nasnameya hemwelatiyê Tirkiye û hem jî ya Sûriyeyê lê bi eslê xwe ji Sûriyeyê ne di parlementoyê Şamê û saziyên fermi ya Şamê de hatine bicihkirin.

Firehbûna bandora Tirkiyeyê çawa li ser serweriya Sûriyeyê û pêşeroja wê ya siyasî bandorê dike?

Bandora berfireh a Tirkiyeyê serweriya Sûriyeyê di du astan de têk dide an jî zirar dide; ya yekem hilweşandina serweriya fiîlî, ya duyem jî paşeroja siyasî û mîmariya rejîmê.

Ya yekem; avahî û pêkateyên leşkerî, îdarî û aborî yên li bakur û bakur-rojava ku rasterast bi Enqereyê ve girêdayî ne, di ser kaxiz de bi navê parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê didin nîşandan, lê di pratîkê de rejîmek serdestiya pir-navendî diafirînin. 

Ya duyemîn jî ku di bin navê entegrasyona rêveberiya nû ya Şamê ku alavên xwe yên leşkerî û ewlehiyê bi Tirkiyeyê re di nava hev de didin çêkirin, dihêle ku pêşeroja Sûriyeyê li gor pêşîniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê şekil dide.

Ev jî dihêle ku hewl bidin bi rêziknameyek destûrî xweseriya Kurdan ji hole rabike, aboriyek ji nû ve avakirinê ya ku bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye, rola Enqere wekî “dergevan” di hevsengiyên heremî de.

Encama van jî wê bibe Sûriyeyê bi fermî wekî “Yek dewlet, yek al, yek netew” dihêle. Di heman demî de bi bandor wê veguherîne herêmek hegemonîk ku navenda wê Tirkiye ye.

Jixwe nîşaneya vê di asta hikumet û meclîsa Şamê ya hatî avakirin de xuya dibe. Ev meclîsa ku hatî avakirin li gorî hevsengî û berjewendiyên gelek aktorên derve yên dixwazin serweriyê di Sûriyeyê de ava bikin û ev yek jî ji demokratîkbûnê pir dûr e. Lewma şerê desthildariya li ser hikumeta Şamê ji hundirê Sûriye derketiye û derbasî astek nevdewletî bûye û şer li ser vê yekê jî hêjî dewam dike.

Ma em li ber pêşbaziyekê ne yan li ber lihevhatinekê di navbera Tirkiyeyê û hêzên din ên bibandor di dosyeya Sûriyeyê de?

Dema em sûretê giştî ya rewşa Sûriyeyê dinêrin, Tirkiye bi hêzên din re hem di nava pêşbaziyekê de ye hem jî lihevkirineke taktîkî de ye.

Mînak; bi Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA) re di mijara QSD’ê de bi aloze û di dosyaya Kurd de pêşiniyên dijber de di nava pêşbaziyekê de ye. Di mijara têkoşîna DAIŞ, qada hewayî û di hin mijarên koordînasyona operasyonî de di nav hevkariyeke bi sînor de ye.

Mînak; di nava çend mehên dawîn dawî de, di bin navê nîşandana niyeta xwe ya baş de, 12 endamên DAIŞ’ê ku piraniya wan bêbandor bûn û ne li gor berjewendiyên Tirkiyeyê tev digeriyan, radestî Iraqê kirin, her wiha di hin êrişên ser baregehên biçûk ên DYA’yê yên li heremên Dera û Dêrazorê de çend endamên DAIŞ’ê hatin cezakirin û 3 endam jî di encama pêvçûnê de hatibûn kûştin.

Bi Rûsya re; ji dema Astana ve, hevsengiya Idlibê, qada hewayî û hin baregehên li perava Sûriyeyê de di nava pêwendiyek lihevhatinê ye. Lê di mijara demdirêj a binesaziya enerjî û leşkerî ya di Sûriyeyê de dê kî “Bibe patron an jî xwedî gotin a esasî” de di nava pêşbaziyê de ye.

Bi Îranê re; di majara peydakirin û şandina çek-cebilxane û lojîstîk a ji Hizbullah a Lubnanê re pê re di nava lihevkirinekê de ye. Lê di mijarên lawaziya xeta şîe, korîdora bejayiyê û tengkirina torên milîsan; hewldana avakirina xeta sunnî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, dihêle ku pê re di nava pêşbaziyekê de be.

Li ser bingeha şopandina Tevgera Îstixbaratî ya Tirkiyeyê di Sûriyeyê de, tam tespît dibe ku Tirkiye stratejiya xwe a bingehîn ya alîkariya leşkerî û îstixbaratî ji bo Hizbullaha Lubnanê nedaye guhertin. Lê tenê rêbaza çawaniya derbaskirina vê alîkariyê daye guhertin. Sedema vê guhertinê jî ew e ku di civîna NATO‘yê ya li Enqereyê de Tirkiyeyê soz dabû Amerîka û dewletên di nav NATO de, ku bi Hizbillah û Îranê re nebe alîkar. Di encamê de, lê tekez dibe ku Tirkiye polîtîka xwe ya xapînok ji bo alîkariya Hizbullah hîna berdewame. Ev yekî jî tê wateya ku têkîliya xwe yê istixbaratî û leşkerî bi Îranê re jî qot nekiriye.

Li aliyeke din wek pratîkî MÎT bi rêya fermandarên artêşa Sûriyeyê vê plana derbaskirina cebilxaneyê ji Hizbullahê re pêk tîne. Gelo ev fermandar kî ne?

Li ser esasê lêkolînên hatiye kirin, hate tespîtkirin ku berpirstiya herêma Hema heta Qisêr ji alî Firqeya 62`an bi rêvebertiya serçete Mihemed Casim Ebû Amşe ye û ev serçete tam girêdayî MÎT`ê ye, herweha li gorî perspektîfa MÎT`ê tevger dike û hebûna vê Firqê di nava Wezareta Parastin de, şeklî ye.

MÎT û Komîta Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê/Buroya Dosyaya Lubnanê plansaziyek amede kiriye, ji bo alîkariya leşkerî ji çek û cebilxane bi rêya Partiya Tevgera Emel da ku bigihîne Hizbullaha Lubnanê û MÎT gumanê ji ser xwe dûr bixe.

Li ser vî esasî MÎT`ê û bi hêvkariya fermandarên artêşa Sûriyeyê dest bi birêxistinkirina derbaskirina çek û cebilxaneyê bi rêya noqteyên kaçaxiyê ji herêma Qisêr ya girêdayî herêma Humsê û di sînorên Lubnanê re kir.

Lê li aliyê din jî, eger zexta DYA û Îsraîlê ya ji bo Tirkiye û HTŞ li dijî Hizbullaha Lubnanê bikevin nava şer encam bû, ji bo rasterast nekeve nava şer (ji ber ku nakokiya hundirîn a navbera komên HTŞ û Tirkiyeyê kûr nebe), hewl bide li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê şer û pêvçûneke şîe-sunnî derxe û di bin navê mudaxeleyê de şerekî çêke. Ev jî yek ji siyaseta Tirkiyeyê ya sereke ku xeta sunnî di wir de ava bike ye.

Li aliyekî din dest bi tevgerên leşkerî li ser sînorê Lubnanê destpê kir, wek avakirina noqteyên leşkerî cihên ku kaçaxiya çek û cebilxane derbas dibe, da ku ji raya navdewletî re nîşan bide ku êdî tevgera Hizbullah xistine çemberê û bi vê yekê hêza Hizbulla ya lojîstîkî bê bandor kirine, lê berovajê vê yekê ev noqteyên leşkerî bûye ku çek û cebilxane bi awayekî sîstematîk dighêje Hizbullah ya Lubnanê.

Bi Îsraîlê re; pêşbaziyeke mayînde heye, lewre Tirkiye dixwaze dewleteke Sûriyeyê ya bihêz lê divê were kontrolkirin ava bibe. Îsraîl jî dixwaze hêza dewleta Sûriyeyê bi sînor bimîne. 

Di encamê de Sûriye, qadeke bazarê ya pir aktoran e; Tirkiye jî di vê qadê de yek ji lîstikvanên herî agresîf û herî guherbar e.

ANHA