Partiya Sûriya Pêşerojê: Hilbijartinên Meclisa Gel ne rewa ne

Hevseroka Partiya Sûriyaya Pêşerojê Kewser Doko diyar kir ku hilbijartinên “Meclisa Gel” ên ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dixwaze li dar bixe, ne rewa ne û nûnertiya gelê Sûriyeyê û bi taybet jinan nake. Kewser Doko bang li jinan kir ku bi têkoşîna xwe li dijî van kirinan bibin yek.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Hilbijartinên Meclisa Gel ne rewa ne
3 cotmeh, 2025   05:05
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê plan kiriye di 5’ê Cotmehê de hilbijartinên “Meclisa Gel” li dar bixe. Hilbijartin dê li Hesekê, Reqa, Dêrazorê û Siwêdayê li dar nekevin.

  

Têkildarî mijarê hevseroka Partiya Sûriyaya Pêşerojê Kewser Doko da zanîn ku gelê Sûriyeyê û bi taybet jin, hêvî dikin piştî zilma rejîma Baasê û 14 sal ji şer û wêraniyê, sîstemeke demokratîk were avakirin.

Kewser Doko kirinên hikumeta veguhêz a Şamê rexne kirin û got: “Ji ‘Kongreya Nîştimanî, heta daraza destûrê û niha hilbijartinan, tu nûnertiya gelê Sûriyeyê û pêkhateyan nehatiye kirin.”

Kewser Doko bi bîr xist ku hikumeta veguhêz îdia dike dê nûnertiya jinan di “Meclisa Gel” de bi rêjeya ji sedî 20 be û wiha dom kir: “Ev rêje têrê nake. Jinên Sûriyeyê li benda avakirina sîstema demokratîk a nenavendî ne. Tenê ev sîstem dikare mafên jinan û hemû pêkhateyan biparêze. Hikumeta veguhêz ji dema desthilatdarî girtiye, di xîtaba xwe ya rojane de têgihên divê Sûriyaya nû li ser wan ava bibin, bi lêv nake. Wekî nimûne, rayedarên wan tu gotinên demokrasî, pirrengî, azadî û mafê jinan bi lêv nakin.”

‘HIKUMETA VEGUHÊZ JI ÎRADEYA JINAN DITIRSE’

Kewser Doko da diyarkirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji îrade û hêza jinên Sûriyeyê ditirse û ev tişt anî ziman: “Bi taybet ew hikumeteke nûnertiya îslama tundrew dike. Divê jin li dijî siyasetên wan hêza xwe bikin yek. Li dijî tişta bi serê jinan dikin, derkevin û çalakiyan li dar bixin. Destûra wan bi tu awayî nûnertiya jinan nake. Dewleta nûnertiya dengê jinan tê de tune bike. Ew ê nebe dewlet. Jinên wateya azadiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, perava Sûriyeyê, Siwêda û Şamê nas kiriye, dê tu carî qebûl nekin careke din azadiya wan ji dest were girtin. Bi taybet li cihekî têkoşîna jinan di qadên siyasî, civakî, îdarî û leşkerî de berz bûye, dê jinên wê tu carî bêmafiyê qebûl nekin.”

Kewser Doko di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dê tu carî nikaribe pirengiya çandî, netewî û olî ya li Sûriyeyê bi destûreke teng, sînordar bike û got: “Pêwistiya Sûriyeyê bi destûreke nû ya mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze heye.”

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri dê ji 3 paran parek endamên meclisê erkdar bike. Di heman demê de dê bi xwe li ser avakirina desteyên hilbijartinê bisekine,  bi xwe endamên desteyên hilbijartinan diyar bike. Ev hilbijartin di rewşekê de têne lidarxistin ku qanûna hilbijartinê yên Sûriyeyê di “Kongreya Serkeftinê” ya desthilata Şamê de hatin rakirin. Desthilatdarî di yek destî de hatiye sînordarkirin. Ev jî dibe sîstemeke din a nûnertiya zîhniyeta Baasê dike.

Neteweyên Yekbûyî gelek caran destnîşan kiribû ku divê hilbijartinên li Sûriyeyê di çarçoveya veguhertina siyasî ya giştî de pêk were. Di bin çavdêriya navneteweyî de be û hemû gelê Sûriyeyê yê li hundir û derve beşdar bibe.

Mijara hilbijartinan rastî nerazîbûneke mezin a gelê Sûriyeyê hatiye. Li Siwêdayê welatiyan ev hilbijartin red kirin. Li dijî wê gelek meş û xwepêşandan li dar xistin.

Meclisa Îslamî ya Elewiyan a Sûriyeyê û Derveyî Welat ragihand ku ew van hilbijartinan bi temamî red dikin û got: “Ev hilbijartin ne rewa ne û nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin.”

(dc)

ANHA