‘Divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe’

Şêniyên Kobanê anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk li tevahî cîhanê deng veda û got “Azadiya Rêber Apo dê dawî li desthilatdarî û faşîzmê bîne.”

‘Divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe’
3 cotmeh, 2025   04:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şêniyên bajarê Kobanê têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji ANHA`yê nirxandin.

Şemsê Ehmed anî ziman ku jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûn xwedî hêz û wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan hişt ku jin bigihêjin azadiya xwe, em jî wek jin ji bo azadiya Rêber Apo tê dikoşin. Rêber Apo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bang kir, divê her kes xwedî vê bangê derkeve û em destê Rêbertî xurttir bikin.”

Şemsê diyar kir ku dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin û got: "Dewleta Tirk nahêle ne parêzer ne jî malbat hevdîtinan bi Rêber Apo re pêk bînin, ji ber ew ji raman û felsefeya wî ditirsin. Em bi hemû hewldanên xwe tecrîdê hilweşînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin."

Ehmed Oso anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk li tevahî cîhanê deng veda û got: "Tevî banga Rêber Apo jî heta niha dewleta Tirk xwe bê deng e û hîna tecrîdê li ser wî dide meşandin. Armanca dewleta Tirk ew e ku di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tune bikin. Lê tu carî em tune nabin, ji ber ku em xwedî fikra demokratîk in.”

Oso got rast e Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de ye, lê felsefeya wî di nava wan de dijî û wiha nirxand: "Dewleta Tirk nahêle Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, ji ber ku ew dizanin dema ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, wê demê dê dawî li desthilatdarî û faşîzmê were. Em ê jî wek gelê Kobanê bi hemû têkoşîna xwe azadiya Rêber Apo misoger bikin."

Necmê Elî desnîşan kir ku pêwîstî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye û wiha pê de çû: "Rêber Apo xwediyê aştiyê ye, em jî dixwazin êdî aştî, wekhevî, edalet û demokrasî li cîhanê pêk were. Em êdî azadiya rêberê xwe dixwazin. Dema ku Rêber Apo azad bibe, wê demê dê aramî û aştî li cîhanê pêk were."

Necmê da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê berdewam e û got: "Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û ew bi fîzîkî di nava me de bijî.”

Emîra El Omer jî bal kişand ser berxwedana di zindana Îmraliyê de ya 25 salan û wiha got: "Dewleta Tirk 27 sal e Rêber Apo xistiye zindanê û 5 sal e tecrîda giran li ser wî didin meşandin. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze gel û Rêbertî ji hev qut bike. Lê tu carî em û Rêberê xwe ji hev qut nabin, ji ber ku Rêberê me di dil û mêjiyê me de dijî. Çawa ku fikir û felsefeya Rêber Apo azad e, em ê jî ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin.”

ANHA