Koçberên Efrîn û Serêkaniyê daxwaza vegera ewle dikin

Koçberên ji Serêkaniyê û Efrînê diyar kir ku li Efrîn û Serêkaniyê sûcên çeteyên dewleta Tirk didomin û ewlehî li herêmên dagirkirî nîn e û daxwaza koçberan vegereke ewle ye.

Koçberên Efrîn û Serêkaniyê daxwaza vegera ewle dikin
3 cotmeh, 2025   03:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Naveroka xaleke peymana 10'ê Adarê jî vegera ewle ya koçberan e, lê ev xal hîna pêk nehatiye. Têkildarî vegera koçberan a ewle, koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê ji ajansa me re axivîn.

Koçberê ji Serêkaniyê Mihemed Haco got: "Em wek koçberên Serêkaniyê daxwazên me yên sereke ji bo vegereke ewle hinek şert û merc hene; divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmê bi temamî derkevin. Her wiha meclisên ku ji aliyên wan ve hatine avakirin bên rûxandin û baregehên leşkerî ji Serêkaniyê bên derxistin.”

Haco daxwaz ji NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku rola xwe ya mirovî bilîzin. Haco diyar kir ku divê hikumeta demkî bi erka xwe rabe û peymana 10'ê Adarê di demeke nêz de pêk bîne. Her wiha  bang li koçberan kir ku venegerin, ji ber ku ewehî li hemerî nîn e.

Koçbra ji Efrînê, Xecîde Elo diyar kir ku peymana 10'ê Adarê ji bo tevahî koçberan hêviya vegerê bû û wiha got: "Em wek koçberên Efrînê, daxwaza me vegereke ewle ye. Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî gelek kiryaran dike, lê belê rêxistinên navneteweyî li hemberî hemû kiryarên çeteyên dewleta Tirk bê deng e, divê ji bêdengiya xwe derkevin û zextê li hikumeta demkî jî bikin da ku peymana 10'ê Adarê pêk bîne. Koçberên ji Serêkaniyê û Efrînê vegerin cih û warên xwe.”

Koçbera ji Efrînê Xedîce Îbo diyar kir ku ew gelek caran koçber bûye û wiha got: "Ez 3 caran koçber bûme. Ev ne daxwaza min bû, lê daxwaza min e ku bi ewle vegerim cih û warê xwe. Piştî hilweşîna Baasê gelek hêvî di dilê koçberan de çêbûn ku dê vegerin cih û warê xwe, lê em careke din koçber bûn.”

Xedîceyê wiha behsa sûcên li Efrînê kir: "Dewleta Tirk û çeteyên wê heya niha jî li Efrînê mal û milkên şêniyan desteser dikin. Di vê dawiyê de dema ku koçber vedigerin, li wir rastî girtin û îşkenceyê tên. Li Efrînê ewlehî tune ye. Em bi hêvî ne ku vegereke ewle ji tevahî koçber re çêbe. Divê r NY bi erka xwe rabe û tevahî koçberên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî vegerin cih û warên wan."

ANHA