Partiya Pêşverû Hemîd Hec Derwîş bi bîr anî

Sekreterê giştî ya Partiya Paşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ebdulhemîd Hec Derwîş di salvegera 6’an a wefata wî de hat bibîranîn.

Partiya Pêşverû Hemîd Hec Derwîş bi bîr anî
Partiya Pêşverû Hemîd Hec Derwîş bi bîr anî
Partiya Pêşverû Hemîd Hec Derwîş bi bîr anî
Partiya Pêşverû Hemîd Hec Derwîş bi bîr anî
Partiya Pêşverû Hemîd Hec Derwîş bi bîr anî
Partiya Pêşverû Hemîd Hec Derwîş bi bîr anî
24 cotmeh, 2025   15:21
QAMIŞLO

Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (P.D.P.K.S) bi munasebeta salvegera 6’an a koça dawîn a sekreterê giştî yê partiyê Ebdulhemîd Hec Derwîş, çalakiya bîranînê li Hola Rewabî ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Siyasetmendar, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb amade bûn.

Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Enes Ebdî axivî û got partî bi rêgezên Ebdulhemîd ve girêdayî ye ku banga diyalog û yekitiya refa kurdî-sûriyeyî û avakirina welatekî demokratîk û pirreng dike.”

Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Gabrîel Mûşî Gewriyê jî îşaret pê kir ku ji bo avakirina welatekî demokratîk a li ser esasê yekitiya gelan, hemwelatîbûna wekhev a hemû pêkhateyan, têkiliyên rêxistina wan bi Partiya Pêşverû ya Demokratîk û tevahî hêzên nîştimanî re xurt in.

Di bîranînê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Silêman Ereb jî axivî û got: "Ebdulhemîd Hec Derwîş mîrateyeke mezin a têkoşînê û ramanekî nemir li pey xwe hişt. Hêvî û xeyalên wî îro li kolanan pêk tên."

Ereb anî ziman ku divê yekbûna Sûriyeyê li ser esasê nenavendîtiyê be ku mafên hemûyan biparêze û xweseriyê mîsoger bike.

Di dawiyê de Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê soza domadina rêya Ebdulhemîd Hec Derwîş û xurtkirina diyalogan bi hemû pêkhateyan re da.

(bb)

ANHA