DYA têkildarî Başûrê Kurdistanê daxuyanî da: Bi awayekî avaker bixebitin!

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê têkildarî geşedanên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ragihand ku DYA pişgiriya herêmek bi hêz û berxwedêr dike û bang li aliyan kir ku "Dimildest û bi awayekî avaker bixebitin."

DYA têkildarî Başûrê Kurdistanê daxuyanî da: Bi awayekî avaker bixebitin!
7 mijdar, 2026   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) têkildarî geşedanên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê helwesta xwe ya fermî ragihand.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, DYA pişgiriya herêmek bi hêz û berxwedêr dike ku wek stûneke bingehîn ya têkiliya berfireh a di navbera Amerîka û Iraqê de ye.

Wezaretê destnîşan kir ku DYA‘yê hemû aliyan teşwîq dike ku demildest û bi awayekî avaker li ser mijarên ku saziyên herêma Kurdistanê xurt dikin, bixebitin.

Her wiha anî ziman ku "DYA pabendê hevkarên xwe yên li Iraqê ne ku ji bo avakirina welatekî serwer û aram dixebitin.”