Sibe li Dêrazorê festîvala hinaran dest pê dike

Sibe li bajarê Sûsê yê kantona Dêrazorê Festîvala 5’emîn a Hinaran dest pê dike.

Sibe li Dêrazorê festîvala hinaran dest pê dike
Sibe li Dêrazorê festîvala hinaran dest pê dike
Sibe li Dêrazorê festîvala hinaran dest pê dike
Sibe li Dêrazorê festîvala hinaran dest pê dike
Sibe li Dêrazorê festîvala hinaran dest pê dike
Sibe li Dêrazorê festîvala hinaran dest pê dike
24 cotmeh, 2025   15:48
DÊRAZOR

Li kantona Dêrazorê bi armanca parastina mîrateya çandina hinaran û teşwîqkirina cotkaran, di heman demê de ji bo xurtkirina rihê tevkariyê û pêkanîna geşkirina mayînde ya çandiniyê, salane festîvala huneran tê lidarxistin.

Meclisa Aborî û Çandinî ya Kantona Dêrazorê amadekariyên Festîvala Hindaran a 5’an bi dawî dike. Di çarçoveya amadekariyan de dikên pêşandana hinaran û berhemên hinaran hatine amadekirin. Banga beşdarbûnê li cotkaran jî hate kirin ku bi berhemên xwe beşdar bibin. Her wiha şêniyên ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo beşdarbûnê hatin vexwendin.

Festîval dê sibê bi şahiyekê dest pê bike. Destpêkê dê axaftin werin kirin, piştre dê berhemên hinaran werin pêşandan. Çalakiyên hunerî û çandî jî dê werin lidarxistin. Her wiha dê pêşbirka hilbijartina berhema herî baş were lidarxistin û kesên serkeftî werin xelatkirin.

(bb)

ANHA