‘320 endamên Hizbullahê hatin kuştin’

Çavkaniyekî îsraîlî got ji dema ragihandina agirbestê bi Lubnanê re, 320 endamên Hizbullahê hatine kuştin.

‘320 endamên Hizbullahê hatin kuştin’
24 cotmeh, 2025   15:02
NAVNDA NÛÇEYAN

Îsraîlê û Hizbullah hev bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin. Çavkaniyeke îsraîlî ji tora Sky News re agahiyên nû li ser binpêkirinên ku ji dema ragihandina agirbestê ve hatine tomarkirin, parve kirin. 

Çavkanî aşkera kir ku Îsraîlê hezar û 734 giliî li ser binpêkirinên Hizbullahê pêşkêşî Komîteya Hevbeş a Rawestandina Dijminatiyê (Mekanîzma) kirine ku li gorî biryara 1701’an NY’yê hatiye damezirandin.

Çavkanî got: “Ji artêşa Lubnanê hatiye xwestin ku 840 giliyan çareser bike. Artêşa Lubnanê jî ragihandiye ku wê 528 gilî çareser kirine, lê artêşa Îsraîlê neçar ma ku bi xwe 88 giliyan çareser bike."

Çavkanî diyar kir ku 812 giliyên berê hatibûn pêşkêşkirin ji aliyê Îsraîlê ve hatin çareserkirin û artêşa Lubnanê bi xwe 452 giliyên din çareser kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji dema ragihandina agirbestê ve bi kêmanî 320 endamên Hizbullahê hatine kuştin.

(bb)