Rejîma Îranê bi dronan êrişî Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş kir

Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê bi 2 dronan êrişî ser baregeha wan ya li devera Balîsan kir û zererên madî çêbûn.

Rejîma Îranê bi dronan êrişî Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş kir
4 mijdar, 2026   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, rejîma Îranê vê sibehê, di saet 08:40`an de bi 2 dronên bombebarkirî êrişî baregeha wan ya li devera Balîsan ya li Başûrê Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tenê zererên madî çêbûne.

Ji dema destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, rejîma Îranê berdewam bi dron û mûşekan êrişî ser deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê dike. Di encama van êrişan de zêdetirî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane.