‘Tirkiye pirsgirêka Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî dide bikaranîn’

Akademîsyen Mehmûd El Zayîd polîtîkaya dewleta Tirk a têkildaîr pirsgirêka Kurd rexne kir û got dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û hilbijartinan nêzî pêvajoya aştiyê dibe.

‘Tirkiye pirsgirêka Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî dide bikaranîn’
4 hezîran, 2026   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademîsyenê Zanîngeha Qahîreyê û pisporê kar û barên Kurdan û Rojhilata Navîn Mehmûd El Zayîd, rewşa siyasî ya herêmê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ajansa me re nirxandin. 

Mehmûd El Zayîd di destpêka axaftina xwe de got: "Tirkiyeyê ji pêşveçûnên ku li herêmê çêdibin û pîlansaziya Rojhilata Navîn a ku behsa wê tê kirin, ne qute. Rolê Tirkiyeyê jî di siberoja Rojhilata Navîn de heye û bûye parçeyek ji şanoya guhertinê. Krîza Tirkiyeyê ya siyasî û hesabên wê yên hilbijartinê bandorê li ser pirsgirêka Kurd dike. Ji ber vê yekê yan dê tektîkî nêzî pêvajoya Ocalan raghandî bibe, yan jî stratejîk nêz bibe. Tirkiye beramberî pêşveçûnan hesaba guhertina destûr û aqûbeta hilbijartinan dike."

El Zayîd li ser nêzîkatiya dewleta Tirk a ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re got: “Hikumeta Tirkiyeyê dê li ser dosya pêvajoya Aştiyê bazirganiyê bike. Tirkiyeyê dê hewl bide ku di vê pêvajoyê de sûd ji nakokiyên hundirîn ên eniya muxalif bigire û rewşa siyasî tevlihev bibe. Ew dixwaze muxalifan li pêşiya raya giştî a Tirkiyeyê bixe zehmetiyê."

Têkildarî biryara ji bo muxalifan hatiye girtin û bandora wê li ser demokrastî û pirsgirêka Kurd El Zayîd wiha got: "Biryara der bare muxalefeta Tirkiyeyê de heke siyasî be yan na, di hemû rewşan de dê hikumeta niha sûdê wergire. Dê hewl bide sîstema heyî bidomîne.”

El Zayîd got dibe ev rewşa dawiyê bandorê li ser rêveçûyîna pirsgirêka Kurd jî bike. Ji ber hikumeta Tirkiyeyê hewl dide ku pêvajoya aştiyê ya bi Kurdan re bicemidîne. Bi vê yekê hikumeta Tirkiyeyê isbat dike ku nêzîkatiyên wê ji pêvajoya aştiyê re tektîkî ye û naxwaze stratejîk nêz bibe û aliyê hiqûqî û destûrî de guhertinan çêbike. Ev yek dê bibe sedema ku Kurd nema bawerî bidin û dibe ku li gorî rewşa herêmê û navneteweyî dîsa dest bi şerê çekdarî bikin.

‘TEDBÎRÊN EWLEHIYÊN YÊN TUND PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKIN’

Ji bo nêzîkatiyên AKP`ê ji pirsgirêka Kurd re El Zayîd wiha got: "Hikumeta Tirkiyeyê dosya Kurd weke dosyeke ewlehî û leşkerî dibîne û wiha nêz dibe. Rayedarên Tirkiyeyê siyasetmedar û rojnamevanên Kurd bi tuhmeta terorê digire. Ev yek dibe sedema ku qada karê siyasî û sivîl ji bo gelê Kurd teng bibe û nikarbin daxwaza mafên xwe bikin."

El Zayîd destwerdanên Tirkiyeyê li Rojava û Sûriyeyê jî nirxand û wiha got: "Rojava bûye qada dengvedana nakokiyên hundirîn ên Tirkiyeyê. Hikumeta Tirkiyeyê ji bo têkçuyînên xwe li pêşiya raya giştî ya Tirkiyeyê veşêre Rojava dike qurban. Piştî pêşveçûnên li Sûriyeyê çêdibin êdî Tirkiyeyê baldar nêzî Sûriyeyê dibe. Hîna hedefê Tirkiyeyê ew e ku bandora Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm bike û li hemû herêmên ku ew navê herêmên ewle lê dike, bi cih bibe. Ji xwe Tirkiyeyê qedexe dike ku têkiliya erdnîgarî navbera herêmên Kurd ên li Sûriyeyê û yên li Tirkiyeyê çêbibe."

3 SENARYO JI BO SIBEROJA PIRSGIRÊKA KURD LI TIRKIYEYÊ

Ji bo siberoja pirsgirêka Kurd El Zayîd wiha got: “Piştî ku birêz Ocalan însiyatîfa xwe ya aştiyê ragihand Kurdên li Tirkiyeyê teqsîr nekir û hîna hikumeta Tirkiyeyê tu gav ne avêtine. Hinek dibêjin hikumeta Tirk pêvajoyê dirêj dike ez dibêjim hikumeta Tirk taktîkî nêzî pêvajoyê dibe. Siberoja pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi rewşa siyasî ya tevlîhev û hewldanên lihevkirina dîrokî ve girêdayî ye. Tevî daxuyaniyên dîrokî yên hevbeş û bangên dayîna çekan pêvajo cemidî ye û ji bo guhertina qanûnan tu gav nehatin avêtin. Hîna jî wan digirin û lêpirsîn dikin, herî dawî ji bo muxalefeta Tirkiyeyê wekî CHP`ê biryara butlana mutleq dan."

Mehmûd El Zayîd ji bo pêvajoya dema pêş 3 senaryo danîn û wiha got: "Senaryoya yekem; pirsgirêkê bicemidînin û pêvajoya aştiyê pêşve neçe û pirsgirêka Kurd wekî xwe bimîne. Senaryoya duyemîn; pêvajo têk biçe û dîsa vegerin mîna berê. Sernaryoya sêyemîn; destûra Tirkiyeyê were guhertin û di aliyê qanûnî de reform çêbin. Derfeta pêkanîna wê jî gelekî kêm e."

El Zayîd di dawiya gotinên xwe de got: "Siberoja herêmê dê ne wekî dema borî ya berî şerê Rûsya û Ukraynayê û şerê DYA-Îsraîl û Îranê be. Hêzên mezin ên cîhanê dixwazin rewşa herêmê bidin guhertin û rewşa gelê Kurd jî dê li gorî vê yekê diyar bibe."

(np)

ANHA