Hikumeta veguhêz kontrola dewleta Tirk a li ser çandiniyê zêde dike

Metirsî li gel cotkarên Sûriyeyê zêdetir dibe, bi taybet ji ber hikumeta veguhêz piştgiriya cotkaran nake û di bin navê piştgiriya sûkên serbest de bazarên Sûriyeyê ji şîrketên dewleta Tirk re vedike.

Hikumeta veguhêz kontrola dewleta Tirk a li ser çandiniyê zêde dike
28 cotmeh, 2025   05:06
ŞAM

Tevî destpêkirina demsala çandiniyê re jî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê piştgiriyê ji cotkaran re nake. Hinceta wê jî ew e ku berê xwe bide sûka serbest. Di heman demê de destê xwe ji piştgiriya cotkaran û dabînkirina pêdiviyên wan rakir. Bi taybet tovên berhemên wekî genim ceh, kartol û her wekî din.

Balkêş e heta niha hikumeta veguhêz cotkar aghadar ne kirine ku ew ê tov li wan belav neke, ji bazirganan re jî ne ne gotiye divê hûn tov ji derve werbigrin.

Li gorî çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku tenê miqdarek kêm simad li di depoyên mesrefa çandiniyê de heye. Ev têra cotkaran nake. Tevî wê jî mesrefê ne kirî û ne peyman bi bazirganan re danîn. Da pêwistiyên cotkaran were dabînkirin. Wekî berê dihate kirin. Saziya zêdekirina tov a hikumeta veguhêz ranegihand ew tovê bifiroşe cotkaran. Ne jî behsa qerdan ji bo piştigiriya cotkaran kiriye. Di mijara piştgiriya cotkaran de bêdengiyeke metirsîdar heye.

Wezareta Çandiniyê ya hikumeta veguhêz baş dizane nebûna baranê zirareke mezin di qada çandiniyê de pêk anî. Tevî wê jî tu gav ji bo piştgiriya cotkaran ne avêt. Ten ê li ser ragihandinê hin daxuyaniyên şermok da û di wir de sînordar ma. Wekî Îranê jî ne kir, Îraqê di riyên dîplomasî zext li Tirkiyeyê kir da rêjeyek ji ava çeman berde, ew soz jî bi dest xistin.

Cotkarên ji Sûriyeyê derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û ev pirsyar kirin ka helwesta hikumetê ya dabînkirina tov, simad û sîstema firotina wan bi buhayê piştgiriya wê tê kirin, an dê di sûka serbest de werin firotin?

Cotkaran di mijara dabînkirina simadê de jî ev pirs kirin û gotin gelo dê cotkar karibin ji mesrefên çandiniyê simadê wergirin û got: “Gelo dê wekî sîstema berê simad were dayîn? An dê wezaret dest bi hemû xalên piştgiriya cotkaran berde?”

Di vê navberê de ji aliyê din hin rêxistinên navdewletî behsê dikin ku niyeta wan heye careke din vegerin Sûriyeyê û piştgiriya cotkaran û şêwira wan bikin. Ji wan rêxistina “ICARDA” ragihand ku ew amade ye piştgiriya cotkarên Sûriyeyê û jinên cotkar bike.

Di nava cotkaran de behsa derbasbûna hin şîrketên cotkaran di bin navê “koopertîfên çandiniyê” de tê kirin. Dibêjin ew ê piştgiriya berhemdariya cotkaran bike, lê ew ê berhemê cotkaran bikişîne û bi xwe bifiroşe. Li aliyê din hin şopdarên qada çandiniyê cotkar hişyar kirin ku armanca van koopertîfan piştgiriya aboriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê ye. Bi taybet tê gotin ku firotina Tirkiyeyê ya ji derve salê derbasbûyî ya qada çandiniyê derket 36 milyar dolarî.

Psporên çandiniyê û çavdêrên karûbarê Sûriyeyê hişyarî dan ku Tirkiyeyê miqdareke mezin ji tov, simad û alavên çandiniyê heye. Bazareke cîhanî û ewropî li gel wê heye. Di heman demê de alavên girtin û mexberên bikalîte li cem wê hene. Ew ê alav û pêdiviyan ji wan re peyda bike û berhemê wan bikşîne. Li wir çêbike, an wekî berhemekî Tirkiyeyê bifiroşe. Ev jî dê çandiniya Tirkiyeyê pêş bixe û ya Sûriyeyê paş dixe. Cotkarên Sûriyeyê jî wekî karker di xizmeta aboriya Tirkiyeyê de bihêle.

Ev metirsî bi hatina şirketên çandiniyê yên Tirkiyeyê di Sûriyeyê de zêdetir dike. Alavên çandiniyê yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê zêde dikin. Zeyta xam ji Sûriyeyê dibin û li Tirkiyeyê tê dagirtin û wekî berhemê Tirkiyeyê di bazaran de tê pêşkêşkirin. Tê payîn zebzeyan jî bi heman rêbazan bibin Tirkiyeyê û li wir were firotan. Kopertîf û şirketên Tirkiyeyê ji tov û heta kertona berhem tê de tê rakirin didin cotkaran. Berhem ji tevahî ji xwe re dibin. Hikumeta veguhêz van gavan teşwîq dike.

(dc)