Parlamenterê berê yê HDP`ê: Dewlet ji gavavêtinê direve

Parlementerê berê yê HDP`ê û berdevkê PZK-E’yê Lezgîn Botan diyar kir ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan gavên gelekî girîng û stratêjîk avêtin, lê dewleta Tirk ji pêkanîna gavan direve. Dewleta Tirk dixwaze mijûlbûnekê çêke û demê qezenc bike.

Parlamenterê berê yê HDP`ê: Dewlet ji gavavêtinê direve
19 cotmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî rewşa pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dimeşe, bandora ku bi xwe re çêkir, tişta ku li pêşiya temamkirina pêvajoyê dibe asteng û tevgera dewleta Tirk li hemberî pêvajoyê, parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û berdevkê Platforma Zimanê Kurdî ya Ewropayê (PZK-E) Lezgîn Botan ji ajansa me re axivî.

Lezgîn Botan bi bîr xist ku nêzî salekê di ser pêvajoyê re derbas bû, gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan gavên gelekî girîng û stratêjîk avêtin, van gavan bandoreke stratêjîk ne tenê li herêmê û raya Kurdistanê, li raya giştî ya cîhanê jî kir. Ji ber ku di dîroka tevgerê de biryarên mezin û veguhastinê bi zorê têne dayîn, demeke dîrokî bû û gavên dîrokî hatin avêtin. Fesihkirina PKK`ê gaveke ne ji rêzê bû, veguherandineke gelekî stratêjîk û dîrokî bû. Şewitandina çekê ji aliyê gerîlayan ve çi qasî sembolîk be jî peyamên gelekî girîng ji bo civaka Kurd, muxatabên Tirk, herêmê û raya giştî ya cîhanê şêweyeke cuda bû. Taybetmendiyeke li gorî sosyolojiya Kurd û Kurdistanê bû. Peyamên ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aliyê Kurd şandin û ew bûn sedema avakirina yekitiyê û ji bo gelê Kurd û raya cîhanî bûn moral.

‘GAVÊN BIRÊZ ABDULLAH OCALAN FEDAKARIYÊN MEZIN IN’

Lezgîn Botan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan zemîneke nerm ji bo derbasbûna van demên hişk û zehmet ava kir, ji bo aliyên ku heta niha li hemberî hev bi awayekî hişk tev digerin jî zemînek çêkir da ku bikarin nîqaşan bidomînin, ev fedakariyên mezin in û wiha dom kir: “Li hemberî gavên ku hatine avêtin, dewleta Tirk heta niha gaveke erênî neavêt, tenê pêşniyara birêz Ocalan a ku komîsyonek di Meclisa Tirk de ava bibe, pêk hat. Ev komîsyon ava kir, pêşniyarên civakê, sazî û rêxistinên sivîl girtin, dayikeke Kurd di komîsyonê de ku qaşo ji bo çareseriya pirsgirka Kurd û Tirkan hatibû avakirin, hez kir xwe bi zimanê xwe îfade bike lê destûr nedan. Li komîsyonê zimanê kurdî wek zimanekî nediyar hate destnîşankirin, ev heqareteke mezin e, ev zîhniyeta dewleta Tirk a faşîzan jî rave dike, li aliyekî din niyeteke gelekî xirab nîşan dide, ew jî nayê qebûlkirin. Vê diyar kir ku dewleta Tirk tenê dixwaze mijûlbûyînekê çêke, demê qezenc bike û niyeteke wiha ya çareseriyê nîn e, civak jî bi guman nêzîkî van tiştan dibe.”

‘GELÊ KURD JI DEK Û DOLABÊN DEWLETÊ BI FIKAR E’

Lezgîn Botan got: “Piştgiriyeke mezin ji bo pêvajoyê heye, lê di heman demê de gelê Kurd û raya giştî jî bi desthilatdariya AKP û MHP`ê, dek û dolabên dewleta Tirk jî bi fikar e bawerî bi wan nayne. Dewlet çi qasî bireve jî wê encama pêvajoyê rewakirina destkeftiyên gelê Kurd be.”

‘DEWLET LI SÛRIYEYÊ JÎ PROVAKASYONAN DIKE’

Lezgîn Botan bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, êrişên wê yên li ser rêxistin, şaredarî û rewşenbîran, muxalefeya Tirkiyeyê û da zanîn ku ew ji ber van kirinan bi pêvajoyê re dilgerm nabin û bawerî jî bi wan naynin. Ji hêla Tirk ve salek e vala hate derbaskirin. Ev niyeta neçareserkirinê ye. Rêber Abdullah Ocalan çareseriyê dispêre wan, ew jî ji ber direvin. Bi rêveberiya Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd bi hostayî aliyê dewletê tengav û neçar dikin ku gavê biavêjin, lê heta niha em dibînin provoksyonên xwe li Sûriyeyê (herî dawî bûyera taxên Şêxmeqsûd û Eşerefiyê) jî dewam dikin.

‘JI BO ÇARESERIYEKE MAYÎNDE ENIYEK Û DÎPLOMASÎ PÊWÎST DIKE’

Lezgîn Botan destnîşan kir ku ji bo ku dewleta Tirk rast nêzî pêvajoyê bibe û gavan biavêje, divê sazî, dezgeh, rewşenbîr, oldar, aliyên demokrat û aştîxwaz, saziyên kedê û sendîka, saziyên mafên mirovan û hiqûqî wek aktorekê tev bigerin, di eniyekê de bigihêje hev û piştgiriya siyaseta demokratîk bikin. Ev salek e li hember provokasyonên ku di nava pêvajoyê de çêdibin, gelê Kurd baş li ber xwe da û têkoşîneke pir xurt meşand û wiha pê de çû: “A herî girîng dîaspora roleke jiyanî dilîze û aliyekî din ê dîplomasiyê ye. Ji bo çareseriyeke mayînde divê qada dîplomasiyê mezintir û berfirehtir bixebitin, bila bi hemû aliyên kurdistanî, herêmî û cîhanî re dan û standinê bikin.”

ANHA