Dan û standinên Şam- Rêveberiya Xweser û şerê li Xezayê rojevên hefteyekê yê rojnameyên erebî bûn

Çavdêran diyar kir ku hîn zû ye mirov li ser lihevkirineke giştî di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de bike. Hate gotin, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê lihevkirina bi Rûsyayê re wekî girîngiyek stratejîk dibîne. Di heman demê de hate diyarkirin ku îhtîmal heye Îsraîlê piştî Xezayê eniyeke din a şer veke.

Dan û standinên Şam- Rêveberiya Xweser û şerê li Xezayê rojevên hefteyekê yê rojnameyên erebî bûn
19 cotmeh, 2025   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya derbasbûyî de bal kişand ser dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, serdana Ehmed El Şeri  li Rûsyayê û pêvajoya piştî şerê li Xezayê,

Rojnameya El Ereb der barê hevdîtinên vê dawiyê yên di navebera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de wiha nivîsî: "Hêj zû ye ku mirov li ser peymaneke berfireh biaxive, ji ber ku hîn jî der barê sîstema Sûriyeyê ya siberojê û çend mijarên girîng ên nakok de di navbera QSD û Şamê de valahiyek heye."

’ÇIMA NÊZÎKBÛNA BI RÛSYAYÊ RE JI BO EL ŞERÎ PÊDIVIYEK E, NE VEBIJÊRKEK E’?

Rojnameya El Nehar diyar kir ku berjewendiyên Rûsyayê li Sûriyeyê xwe dispêrin 3 xalên sereke: leşkerî, aborî û dîplomatîk. Rojnameyê destnîşan kir ku Moskov dixwaze baregehên xwe li peravên Sûriyeyê biparêze û hebûna xwe li Deryaya Spî mîsoger bike, her wiha dixwaze bandora xwe li Rojhilata Navîn bidomîne.

Li gorî rojnameyê; Rûsya Sûriyeyê wek dikeke stratejîk ji bo parastina berjewendiyên xwe yên enerjî û binesaziyê de, pêşxistina têkiliyên xwe bi welatên Ereb re dibîne. Di heman demê de da ku rola xwe navbeynkarek dîplomatîk di navbera hêzên nakok ên li herêmê de, wek Îran, Îsraîl û Tirkiyeyê mîsoger bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku hikumeta veguhêz, ji ber zextên siyasî û aborî, nêzîkbûna bi Moskovê re wekî "pêdiviyeke stratejîk" dibîne û ev nirxandin kir: "Rûsya ji bo Şamê şirîkek girîng e, hem di piştgiriya artêşa Sûriyeyê de bi hevahengiya bi Enqerê re û hem jî di beşdarbûna di dabînkirina enerjiyê û pereyên nû yê kaxezî de ku hikumet dixwaze beriya dawiya salê derxe.”

Rojnameyê bi domdarî îşaret bi vê yekê kir ku tevkariya leşkerî û ewlehiyê ya di navbera her du welatan xwe dispêre şebeyeke berjewendiyên xwedî kokên kûr ku vedigere serdema Sovyetê. Hate gotin, Rûsya ji bo Îsraîlê hevkarekî qebûlkirî ye da ku fikarên xwe yên ewlehiyê li başûrê Sûriyeyê bi rê ve bibe.

Rojnameyê da zanîn ku berjewendiyên Şamê bi tevahî bi yên Moskovê re li hev nakin û sedema vê yekî wiha şîrove kir: "El Şeri hewl dide di têkiliyên hikumeta veguhêz de bi hêzên mezin (Rûsya, Tirkiye û Rojava) re hevsengiyeke nazik biparêze da ku rewatiya hikumeta xwe xurt bike bêyî ku tu aliyekî provoke bike.”

’PIŞTÎ XEZAYÊ LUBNAN, YEMEN Û ÎRANÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat destnîşan kir ku şerê li Xezayê bi dawî bûye, lê hemû şer bi dawî nebûne û da zanîn ku hîna 3 eniyên din: Lubnan, Yemen û Îran li pêşiya Îsraîlê vekirine

Rojnameyê diyar kir ku  "heta ku Hizbullah çekên xwe radest neke an jî peymaneke nû ji bo mîsogerkirina ewlehiya wê neyên kirin, Îsraîlê ji başûrê Lubnanê venakişe û êrişên xwe rawestîne. Di heman demê de rageşiya bi koma Hûsî yên li Yemenê re hîn jî bi tevgera komê ve girêdayî ye. "

Li gorî rojnameyê, ya herî zehmet û xetere eniya Îranê ye û wiha domand  "Hêzên çekdar ên Îranê ji Hezîrana borî anku piştî şerê 12 rojan, seferber in. Eger şer dest pê bike jî rageşiya berdewam a di navbera Tehran û Tel Avîvê de dibe ku bibe sedema pevçûnek wêranker."

Rojnameyê agirbesta heye wekî "Bombeyek li ber teqînê" nixand û ji bo mîsogeriya istiqrara Xezayê banga xebateke herêmî kir.

HEMAS BEŞDARÎ RÊVEBIRINÊ NABE.. LÊ LI XEZAYÊ DIMÎNE

Rojnameya El Ereb diyar kir ku Tevgera Hemasê biryara xwe daye ku dê di pêvajoya veguhêz de beşdarî revebirina Xezayê nebe. Hate gotin, li gorî çavdêran, biryara Hemasê ku li civîna Şerm El Şêx dabû, armanc dike ku hincetan ji destê Îsraîlê derbixe û wê neçar bike ku peymana pevguhertina dîlgirtiyan pêk bîne, di heman demê de da ku Îsraîlê civînê neke dika êrişên li ser Hemasê.

Li gorî rojnameyê, mercên heyî Hemasê neçar kir ku dest ji xeyala xwe ya domandina rêvebirinê berde, lê li beramberî vê yekê jî şertê derketina xwe ya ji Xezayê an danîna çekên xwe red dike, ji ber ku her du mijaran wekî "Doza hebûnê" dibîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku Tevgera Hemas dixebite ku komên din beşdarî rêvebirina pêvajoya pêş bike. Rojnameyê armanca Hemasê ji vê yekê bi 2 xalan şîrove kir: desthilata serok Mehmûd Ebas îzole bike û ya din rêveberiya nû ber bi piştperdeyan ve bidehfîne ku hegemoniya tevgerê li Xezayê mîsoger bike.

(bb)