Rojnamevan Rewad Bîlan: Hikumet hewl nade krîzê çareser bike

Rojnamevan Rewad Bîlan diyar kir hîna zext li Siwêdayê tê kirin, dorpêçkirin didome û bawerî nadin hikumetê û got gelê Siwêdayê ji vê rewşê ditirse.

Rojnamevan Rewad Bîlan: Hikumet hewl nade krîzê çareser bike
18 hezîran, 2026   03:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku meha Tîrmeha 2025`an komkujî li Siwêda qewimîn, gel ji ber rewşa ewlehiyê, siberoja parêzgehê û têkiliya wan bi Şamê re, bi fikar e. 

Rojnamevan Rewad Bîlan ji bo rewşa giştî ya Siwêdayê got hîna krîz didomin. Bîlan anî ziman ku civaka herêmê ji bo şert û mercên ewlehî û leşkerî ditirse. Dorpêça li ser parêzgehê didome. Bîlan diyar kir ku fikir û polîtîkaya hikumeta demkî ya li ser bingeha nefretê perspektîfeke rast a hevkariyê ji bo pêkhateyên dîtir ên Sûriyeyê nade.

Bîlan got heyanî niha hikumeta demkî bersiveke cidî ji bo daxwazên gelê Siwêdayê nedaye û hewl nedaye krîza wê çareser bike. Hîna parêzgeha Siwêdayê di dan û standinên xwe yên li gel Îsraîl de wek zexteke siyasî û herêmî dide bikaranîn.

Ji bo rê û rêbazên parastina aramiya herêmê Bîlan got dûrî zextê û hewldanên xwe li ser Siwêdayê ferz bikin, divê îradeyeke siyasî ya rast ji bo çareserkirina krîzê hebe û destnîşan kir heke ev rewş bidome dibe ku derî li pêşiya destwerdanên nû yên derve ji Sûriyeyê re veke. Bîlan bang kir têkiliyeke nû di navbera Siwêda û hikumeta demkî de ava bibe, ev têkilî nenavendî be û xweseriya herêmê nas bikin, destûr bidin xelkê herêmê ku xwe bi rê ve bibe û saziyên xwe bi pêş bixe.

Rewad Bîlan anî ziman heke di siberojê de têkilî çêbe divê ev têkilî li ser bingeha hevkarî û wekheviyê be.

Ji bo gelê Siwêdayê jî Bîlan got divê li ser jinûve avakirina herêmên xwe bisekinin, xebatên xwe yên siyasî bi pêş bixin û ji diyalogê re vekirî bin, ji bo pêvajoya veguhêz derbas bikin û aramî li herêmê çêbe. Her wiha qurbaniyên komkujiyê bî bîr anîn û got divê mafên qurbaniyan biparêzin û zehmetiyên parêzgehê di salên borî de dîtin, ji bîr nekin.

(np)

ANHA