‘Parlamento çi qasî nûnertiya welatiyan bike ew qasî rewa ye’

Parêzer Basil Hatûm got rewabûna parlamentoyê ne bi mekanîzmayên qanûnî û hilbijartinê yên şeklî ve girêdayî ye, ya girîng ew e ku parlamento çi qasî nûnertiya îradeya gel a azad û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê dike.

‘Parlamento çi qasî nûnertiya welatiyan bike ew qasî rewa ye’
19 hezîran, 2026   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku nûnerên parêzgehên Sûriyeyê ji derveyî Siwêdayê ji bo parlamentoya Sûriyeyê hatin hilbijartin, çavê hemû sûriyeyiyan lê ye ku civîna yekem a parlamentoyê dê kengî were lidarxistin. Nûnerên Siwêdayê jî hîna nehatine hilbijartin. 

Parêzer Basil Hatûm got rewabûna parlamentoyê ne bi mekanîzmayên qanûnî û hilbijartinê yên şeklî ve girêdayî ye, ya girîng parlamento çi qasî nûnertiya îradeya gel a azad û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê dike.

‘PARLAMENTO NE TENÊ SANDOQA DENGDANÊ YE’

Nûnerên parêzgeha Siwêda di parlamentoya Sûriyeyê de nîn in. Hatûm ev mijar ji ajansa me nirxand û got: “Rewabûn ne tenê sindoqên dengdanê ne, parlamento nûnertiya îradeya gel dike, heke nûnerên yek ji pêkhateyên Sûriyeyê di parlamentoyê de nebe, valatiyeke kûr çêdike. Parlamentoya heqîqî divê ji hemû nûnerên pêkhateyên Sûriyeyê pêk were. Heke pêkhateyeke Sûriyeyê di parlamantoyê de nebe tê wateya ev parlamento ne rewa ye û nikare nûnertiya hemû sûriyeyiyan bike.”

Hatûn got belkî qanûn li gorî daxwazên yasayî yên fermî bin lê ev qanûn divê ji aliyê civakê ve werin qebûlkirin. Heke hemwelatî bawerî nedin kesên weke nûnerên wan hatine tayînkirin û hîs nekin ew hevkarê nivîsandina hevpeymana civakî û zagonsazî ne, dê li beramberî qanûnên parlamento derdixê, xwe biyanî bibînin û got: “Qebûlkirina gel ruhê qanûnê ye, heke civak qanûnan qebûl neke dê rêz nede û pêk neyîne. Nabe ku qanûn li ser civakê werin ferzkirin.”

Hatûm anî ziman ku parlamento niha di ezmûneke heqîqî de ye, divê nakokî û pirsgirêkên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de çareser bike. Mafên pêkhateyên Sûriyeyê li wan vegerîne û têkiliya civakî ava bike. Çi qasî parlamento bikare hevgirtina civakî xurt bike dê bikare baweriyê di navbera pêkhateyan de çêke û Sûriye ji nû ve were avakirin.

Hatûm got divê parlamento ji rayedaran qut be, karê xwe yê zagonsazî û şopandinê bike û nebe aracê pêkanîna perspektîfên desthilata Rêveber, endamên parlamento li dengê kolanê guhdar bikin, êşa hemwelatiyan hîs bikin û bê ku pêkhateyan paşguh bikin û cûdahî têxin navbera wan de pirsgirêkên wan çareser bikin. Her wiha parlamento derî ji diyaloka neteweyî ya berfireh re vebike,  li ser bingehê rêgezên mafên mirovan û hemwelatiya wekhev zagonsaz, qanûnên cezakirine, mulkiyetê û dadgehên awarte li ber çavan re derbas bikin.

Parêzer Basil Hatûm di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Divê parlamento bibe cihê kombûyîna dil û mejiyê Sûriyeyiyan, parêzer, rewşenbîr, karkar, cotkar û hwd di parlamento de hebin û pirrengiya civakî ya Sûriyeyê biteysînê, diyaloka neteweyî li pêş be, dewleteke biedalet ava bikin, qanûnên ku rûmet û azadiya mirovan biparêzin û bibe bingeha avakirina Sûriyeyeka nû ya hemû sûriyeyiyan."

(np)

ANHA