Li Qamişloyê ji bo rewşa xizmetguzarî hevdîtinek hat lidarxistin

Gerînendeya Herêma Qamişloyê bi berdevkê berê yê Koalîsyona Navneteweyî re ku niha rêveberê şîrketa Wordswarriors e, ji bo nîqaşkirina awayê pêşxistina hevkariyê û başkirina rewşa xizmetguzariyê hevdîtin kir.

Li Qamişloyê ji bo rewşa xizmetguzarî hevdîtinek hat lidarxistin
17 îlon, 2026   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hessam ji bo nîqaşkirina rewşa xizmetguzariyê li herêmê, pêdivî û astengiyên şêniyan, bi rêveberê şîrketa Wordswarriors a amerîkî Myles Caggins re hevdîtinek kir. Caggins berdevkê berê yê Koalîsyona Navneteweyî bû.

Di hevdîtinê de piştgiriya xebatên başkirina asta xizmetguzariyê û pêkanîna pêdiviyên herêmê, pêşxistina hevkariyê û koordînasyona hevpar hatin nîqaşkirin.

(sb)