Banka Navneteweyî dê 100 mîlyon dolar alîkarî bide Sûriyeyê

Banka Navneteweyî ragihand ku dê 100 mîlyon dolar ji bo piştgiriya qada diravî û aboriyê bide Sûriyeyê.

Banka Navneteweyî dê 100 mîlyon dolar alîkarî bide Sûriyeyê
7 tebax, 2026   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Banka Navneteweyî ragihand ku ji bo nûkirina qada diravî, pêşxistina binesaziya bankan û xurtkirina xizmetên bankan ên dîjîtal 100 mîlyon dolar bide Sûriyeyê

Bankê ragihand ku ku ev alîkar di heman demê de ji bo destekkirina banka navendî ya Sûriyeyê, ewlehiya sîberî, çavdêriya diravê,  xurtkirina têkoşîna li dijî şûştina pereyan û finansekirina terorê tê dayîn.

Li gorî bankê, ev gav dê di pêşxistina aboriyê û ji nû ve girêdana Sûriyeyê bi pergala diravî ya navneteweyî de bibe alîkar.

(bb)