Siyasetmedarekî sûrî: Şoreşa 19`ê Tîrmehê tevgera gel danî ser rêya wê ya rast

Reportaj Summay

Siyasetmedarekî sûrî: Şoreşa 19`ê Tîrmehê tevgera gel danî ser rêya wê ya rast
26 tîrmeh 2022   03:28

Nivîskar û siyasetmedarê sûrî Mihemed Îsa Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi zayîneke nû wesifand û diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a li ser rêgezên felsefeya ocalanî hatiye avakirin, deng vedaye, ket hişê mirovan wek ramanek ku roj bi rojê bawerî pê zêde dibe.

Şoreşa 19`ê Tîrmehê 10 sal derbas kir, di van 10 salan de destkeftiyên girîng li ser gelek astên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û perwerdehî pêk anîn. Ya herî girîng, pêkhateyên herêmê di bin banê Rêveberiya Xweser de kir yek. Erdnîgariya DAIŞ`ê tune kir ku cîhan bi giştî tirsand. Nivîskar û siyasetmedarê sûrî Mihemed Îsa ev şoreş bi “zayîneke nû” wesifand ku tevgera gel danî ser rêya wê ya rast.

Mihemed Îsa têkildarî Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji ajana me re axivî û got: “Tecrubeya Rêveberiya Xweser, dikare li welêt bi giştî di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî de pêk were mîna dewletên pêşketî ku rastî heman pirsgirêkan hatine.

Hevpeyvîn wiha ye:

*Di 19`ê Tîrmehê de Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî sala xwe ya 10`an bû ku li ser bingeha rêgezên neteweya demokratîk dest pê kir, tevna Sûriyê, yekitiya pêkhateyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parast. Li hember hovantirîn cureyên terorê anku DAIŞ`ê sekinî. Hûn vê şoreşê çawa dinirxînin?

Di rastiyê de, tevgera gel piştî 19`ê Tîrmeha 2012`an “şoreşeke din” li dar xist. Ev şoreş di zikê tevgereke têkoşînê ya gelek beş û qadên gelê Sûriyê de mezin dibû. Piştre derket û tevgera gel danî ser rêya wê ya rast. Karî bi rêya xwedîderketina nêrîneke siyasî ya diyar, nêrîneke demokratîk a şoreşger dûrî şaştî, tevlihevî û tundiyê vîneke şoreşgerî ya rastî bide tevgera gel. Ev şoreş, piştî wê mezin bû, formeke hevbendiya hêzên siyasî û gel bi pêş xist û hemû di bin navê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de hemêz kir.

Li rex wê hêzên leşkerî yên ku hesab jê re tên kirin, ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên kurd, ereb, suryan, asûr, turkmen û netewên din ava kir û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi nav kir. Ev hêz hegemoya xwe fireh kir, modelek ji bo birêvebirina herêmê li ser rêgeza mafê hemûyan di parvekirinê de heye, di jiyana siyasî de wekhevî heye, ji mafê hemûyan e ku sûd ji jêderên welêt bigirin, her wiha modeleke din a tevlêkirina jinan pêşkêş kir. Ev hemû di çarçoveya nêrîneke giştî ya projeya yek welatek anku Sûriyeya demokratîk a nenavendî de pêk anî.

Di salvegera 10`an a şoreşê de gelek destkeftî hatin bidestxistin, di sêrî de serkeftina dîrokî li ser DAIŞ`ê ku mezintirîn gefên terorîst li ser aştiya xwecih, îstîqrara herêmê û cîhanê ye. Li rex wê jî, nirxên demokratiyê, edaleta civakî, serdestiya qanûnê ber bi pêkanîna mafên welatîbûnê ji hemûyan re, hatin bidestxistin.

*Bi nêrîna we, Şoreşa 19`ê Tîrmehê çawa karî hişmendiya li Rojhilata Navîn serwer biguhere ku dewletên Rojhilata Navîn xwe dispêrin têgeha navendîbûnê. Lê Rêveberiya Xweser xwe dispêre nenavendîbûnê?

Têkoşîna gel piştî 19`ê Tîrmehê, tegeha netewedewlet neşikand, lê belê têgehke din ava kir ku xwedî derfetên jiyanê û serkeftinê der barê fikrê dewleta demokratîk de, ev yek berê nehatiye zanîn.

Tecrubeya Rêveberiya Xweser a li ser rêgeza parvekirina azad, biratiya gelan ava bûye, li ser asta çand û felsefeya siyasî, dibistaneke din a birêxistinkirina jiyana gelan û civakan e. Dibistanek ku bi jiyana mirovan û mafên, pêşxistina nirxên wan û derfetên wan di jiyanê de, eleqedar e. Bi giştî ew serkeftinê armanc dike. Dema ku modela netewdewlet bi bin ket û çareserî ji pirsgirêkên gel re pêşkêş nekir, ji bilî belavbûna xizanî, birçîbûn, şerên navxweyî û nezanbûn.

*Bi nêrîna we bandora ku Rêveberiya Xweser heta niha pêk aniye, çi ye û rola ku divê ji niha û pê de bilîze çi ye?

Tecrubeya Rêveberiya Xweser li ser rêgeza biratiya gelên azad û felsefeya ocalanî ava bûye. Ev tecrube deng veda û ket hişê gelan ku roj bi roj bawerî pê zêde dibe. Mijulbûna pergalên zordest ên herêmê bi pêkanîna komployan li ser, dê bi demê re sepandina wê di hişê rewşenbîran û yên rûmetê xeyal dikin de xurttir bike.

*Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya projeya xwe ya demokratîk hewl didin Sûriye demokratîk bikin, lê hikumeta Şamê heta niha pêkanîna diyalogeke avaker bi Rêveberiya Xweser re red dike. Gelo bi nêrîna we, çi ji her duyan tê xwestin?

Asoyên pêkhatina lihevkirinan di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmê de, tiştek erênî nîne. Wê tu encam jî bi dest nekevin. JI ber rejîm nûnertiya berê dike yê ku bi xwe û taybetmendiyên xwe û zordestiya xwe ve girêdayî ye. Rêveberiya Xweser jî, xwedî li nêrînek û felsefeyeke siyasî ya dijberî avakirina dewletê û rêbazên birêvebirina wê ye. Yanî negangaz e ku her du têgeh bigihêjin hev. Ji ber her guhertinek di zordestiya rejîmê de, dê bibe sedema hilweşînê. Ji vir diyar dibe ku asoyeke cidî ya danûstandinan tune ye. Dê mijar ji diyalîktîkê re bimîne. Diyalîktîka pêşketinê, ew e ku vê mijarê bi encam bike.

Ji bo parastina sînorên welêt, derfeta danûstandinan heye, ev dozeke ku dibe li ser li hev bikin û divê hemû alî helwesteke yekgirtî nîşan bidin.

*Li Sûriyê aloziyeke rastîn heye, ji ber serhişkiya hikumeta Şamê mîna ku we bibîrxistî. Ji ber wê Sûriye veguherî qada tesfiyekirina hesabên navneteweyî, rê da Tirkiyê ku gelek herêmê dagir bike. Gelek lêkolîn hene ku teqez dikin projeya Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyê ye. Gelo hûn çawa van nirxandinan dibînin?

Helbet, xwezaya pergala giştî ya li dor netewperestî û zordestiya xwe ya teng dimîne, ev wêranî çêbû û welat lawaz bû. Derfet da dewletan ku mudaxeleyî welêt bikin û jêderên wî kontrol bikin. Ji bo welat ji vê rewşê derkeve, pêwîstî bi avakirineke nû heye li ser bingeha hevpeymaneke civakî ya nû, ku destûreke modern dabîn dike. Welêt diparêze. Ez bawer nakim ku formeke ji Rêveberiya Xweser guncewtir heye ku dikare li welêt bi giştî di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî de pêk were mîna dewletên pêşketî ku bi heman pirsgirêkan re man.

*Êrişên çapemenî, leşkerî û aborî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Rêveberiya Xweser heye bi nêrîna we sedem çi?

Tirkiyeya îslamî ya netewperest, ji vê projeya demokratîk ku li ser tixumên wê mezin dibe bi fikar e. Ji ber ku ew modeleke herî paşketî û kirêt a mafên pêkhateyan e. Ji ber wê ev proje ji bo wê mîna stiriyekê ye.

(şx)

ANHA